KPC: Dewleta Tirk 11 dibistan kirin hedef

  • 16:29 9 Sibat 2018
  • Rojane
 
EFRÎN- KPC'ê  bi daxuyanîkê êrîşên dewleta tirk ên li ser dibistanên Efrînê û bi tayebetî li ser dibistanên li Efrînê şermezar kirin.
 
Komîteya Perwerdeya Demokratîk (KPC) daxuyaniyek da. KPC'ê bi daxuyaniya xwe êrîşên li ser herêma Efrînê û bitayebetî yên li ser dibistanan şermezar kirin. û got ku êrîş nîşana metirsiya dewleta tik ji hêza zarokan û nifişên nû yên ku li ser rastiya dîrok, ziman û çanda xwe perwerde dibin e.
 
Daxuyaniya ku  li dibistana Şehîd Neşet bi zimanê kurdî û erebî hat dayîn, kurdiya wê ji aliyê Endama Koordînasyûna Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Selwa Hemo Şero ve hat xwendin û erebiya wê jî ji aliyê Endama Koordînasyona Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk  Emîra Hemo ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de êrîşên artîşa tirk  ku di 20'ê Çileya 2018'an de li dijî Efrînê hatin destpêkirin û berdewam dikin  ku bi taybetî saziyên sivîl û  dibistana kantonê hat hedefgirtin hatin şermezarkirin. 
 
Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat gotin: 
 
Ev êrîşa li ser dibistana nîşana metirsiya  wan ji hêza van zarokan û nifişên nû yên ku li ser rastiya dîrok, ziman û çanda xwe perwerde dibin e.  Ji xwe Erdogan dixweze rê li ber hemû hewldan û pirojeya demokratîkirina Sûriyeyê bigire. Ji ber wê ew bi hemû hêza xwe çi balafir,tang û topên wî hebin bi wan  êrîş dike û di encamê de 318 dibistan tevlî zanîngeh û paymengehan deriyên wan hatin girtin,û 50.000 hezar xwendekar  ji asata seratayî heta xwendina bilind bê perwerde man. Herwiha hovtiya wan hiştiye ku 19 şagirt di encamê de jiyana xwe ji dest bidin û 27 şagirt birîndar bibin. Li ruxmî van êrîşan vîn û îradeya şagirt, xwendekar û bi tayîbet xwendekarên jin, gelê Efrînê bi hêztir dibe û di warê  parastin û avakirina pirojeya netewa demokratk de bi îsrarin."