Birîndara gundê Dêrbelûd: Dewleta Tirk bu qenasan em hedef girtin
- 15:30 9 Sibat 2018
- Rojane
Henadî Derwêş – Hemrîn Mihemed
EFRÎN- Jina ku di encma êrîşa dewleta tirk a li ser gundê Dêrbelûd de birîndar bû got ku leşkerên tirk ên qerekolên ser sînor ew bi zanebûn hedef girtine û bi çeka Qenasê êrîşî wan kirine.
Êrîşên dewleta tirk ya dagirker û çeteyên hevkarên wê yên li ser Efrînê di roja 21'emîn de berdewam dikin. Dewleta tirk a dagirker ji ber ku li hember berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê nikarin pêşve biçin, gelê sivil hedef digire. Piştî ku şeva din Efrîn û navçeyên wê bi êrîşên hemwext yên bi balafiran hatin hedef girtin, niha jî gundên li ser sînor tên topbarankirin. Di encma êrîşên dewleta tirk yên vê sibehê de li gundê Dêrbelûd yê girêdayî navçeya Cindirêsê malbatek ereb a penaber hedef hat girtin. Di êrîşa ku hat kirin de jina bi navê Dîbê Derwêş (35) û zaroka wê yê 10 salî û zarokeke wê ya din birîndar bûn. Birîndarên ku rakirin Nexweşxaneya Avrînê ya li Efrînê derbarê êrîşan de ji ajansa me re axivîn.
Dayîka ku birîndar bûyî Dîbê Derwêş, got ku ew 4 sal beriya niha ji Îdlibê koçberî Dêrbelûd bûne û derbarê êrîşê de wiha got: : "Em li malê bûn, me dê taştê bixara. Dema min xwest ez derbasî hewşa malê bibim, leşkerên dewleta tirk li me dan. Ez ji lingê xwe birîndar bûm."
'Bi qenasan em hedef hatin girtin'
Dîbê Derwêş di berdewamiya axafitna xwe de got ku leşkerên dewleta tirk ên li ser sînor bi zanebûn êrîşî wan kirin û ev tişt got: "Du qereqol li hemberî gundê me hene. Dema ku dîtin di gund de sivîl hene, yekser êrîşî me kirin. Bi qenasan êrîşî me kirin. Çekên giran jî bi kar anîn. Piştî ku êrîş kirin xanî bi ser me de hat xwarê. Du zarokên min jî birîndar bûn. Yek niha di emeliyatê de ye. Di gunde gelek sivîl hene. Ez nizanim çi li cîranê min hat. Ji ber ku gund hemû dihat bombebaran kirin. Gelek mal hatin hilweşandin. Ev du roje gundê me pir zêde dihat bombebaran kirin."
'Birayê min birîndar bû'
Kurê Dîbê Derwêş, Mistefa Derwêş jî got ku birayê wî Mehmûd Derwêş jî di êrîşa dewleta tirk de birîndar bûye û wiha axivî: "Em ji Erdogan natirsin. Ew çiqas li me bidin jî em ê netirsin. Dema êrîşî me kirin dayika min ji lingê xwe birîndar bû. Dayîka min dest bi qêrinê kir. Telefon jî tune bû ku em li ambulansê bigerin. Ji ber ku zanibûn li gund şênî hene bi zanebûn








