Malbata Abdullah Ocalan cara 63’yemîn serî li dozgeriyê da

  • 14:16 9 Sibat 2018
  • Rojane
 
 
 
STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin cara 63’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan ji bo roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Malbatên her 3 girtiyên din jî serlêdana hevdîtinê kirin. Birayê girtî Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê girtî Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan bi riya parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Serozgeriya Komarê ya Bursayê dan.  Bi vê serlêdanê re ji 11’ê îlona 2016’an vir ve ev bû cara 63’yemîn malbat ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê didin.