Derbarê Serpîl Kemalbay de biryara binçavkirinê
- 14:02 9 Sibat 2018
- Rojane
ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê li Enqerê hat destpêkirin de, der barê Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay de biryara binçavkirinê da.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê li Enqereyê ye da destpêkriin de gelek kes hatin binçavkiin. Der barê 17 kesan de jî biryara binçavkirinê hat dayîn. Hat diyar kirin ku der barê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay de jî biryara binçavkirinê hat dayîn. Tev Serpîlê navê 17 kesên din di lîsteya binçavkirinê de heye.








