Girtiyên li girtîgeha Osamanyeyê ya Tîpa T hatin tehdîtikirin!

  • 13:38 9 Sibat 2018
  • Rojane
 
OSMANIYE - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Osamaniyeyê ya Tîpa T ragihandin ku ew li aliyê gardiyanan ve hatine tehdîtkirin û tundiya li ser wan her ku roj diçe  zêde dbie.
 
Tundiya li ser girtiyên Girtîgeha Osmaniyeyê ku her roj bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye roj bi roj zêde dibe. Girtiyan di hevdîtina heftane ya ku bi malabtên xwe re kirin tundiya li ser wan tê kirin vegotin. Girtiyan diyar kir ku her roj li ser rêzekê jimartin li wan tê ferzkirin, hevdîtina wan a bi telefonê tê astengkirin û gotin ku pirtûk, name û rojnameyên ji wan re tên jî rêveberiya girtîgehê nade wan. Herwiha gitrtiyan aşkera kir ku ji aliyê gardiyanan ve jî bi tehdîda "hunê sibe tişta bê serê we bibînin" hatin tehdîtkirin.  Gitiyên ku banga hestiyariyê li raya gitş û parêstvanên mafên mirovan kirin, gotin ku tuniya li ser wan a li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibe. 
 
Malbatên ku bi girtiyan re hevdîtin kirin jî diyar kirin ku ew ji  pêkanînên tînin serê xizmên wan bi fikar in û ev tişt gotin: "Zarokên me hatine tehdîtkirin. Wê sibe çi bibe?  Wê çi ji zarokên me bikin? Jixwe her roj bi tundiya li wan tê kirin dest bi rojê dikin. Ewlehiya jiyanê ya zarokên me tune ye û em ji jiyana wan bi fikar in." Herwiha malabtan banga hestiyariyê li raya giştî kir û gotin ku bila herkes bi girtiyan re bikeve piştevaniyê.
 
Li ser serlêdana malbatan a li Komeleya Mafên Mirovan îro li bendê ye ku heyetek biçe gitîgehê.