Polîsê ku êrîşa zayendî kir serbest hat berdan

  • 13:11 9 Sibat 2018
  • Rojane
MÊRDÎN -Polîsê bi navê B.K. ku ji dijî jina bi navê M.B. êrîşêa zayendî pêk anîn û derbarê wî de doz hatibibû vekriin duh di encma daneşîna doza ku hat dîtin de ji aliyê daraza mêr ve  hat beraetkirin.  Platforma Jinan a Mêrdînê diyar kir ku ew vê biryara ligel "ewlehiya jiyanê" ya M.B. tune ye hat dayîn qebûl nakirin û heta dawiyê wê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Daneşîna yekem a doza derbarê polîsê bi nav B.K. ku li ser medya civakî li dijî jina bi navê M.B. êrîşa zayendî pêk anî li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran  hat dîtin. Li gel ku makamê îdiayê derbarê B.K. de biryara girtinê da, heyeta dadgehê derbarê bersûc de biryaraa beraetê da. Platforma Jinan a Mêrdînê ku derbarê biryarê de bertek nîşan da, diyar kir ku ew vê encamê qebûl nakirin  û aşkera kir ku heta bersûc bê cezakirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.  
 
Ji Platforma Jinan a  Mêrdînê  Adelet Kaya diyar kir ku biryar bêhiqûqî ye û ew ê vê biryarê nas nekin. Adalet anî ziman ku ew ê li dijî vê biryarê bêdeng nemînin û ew ê heta dawiyê dozê bişopînin.  Edalet di berdewama axaftina xwe de wiha  got: "Parêzerê bersûc li ser tarzê jiyanê û li ser jiyan tayebet a hevala jin parastin kir. Em vê parastinê jî qebûl nakirin. Parastina li ser tarzê jiyanê  êrîşa ku hatiye kirin û êrîşkar mafdar dernaxe û em vê qebûl nakirin. Ev zîhniyeta ku em ji kokê de red dikin.  Ev biryara ku hatiye girtin rûyê îktîdar û daraza mêr careke din li ber çavan radixe.