Hacer Ozdemîr hat binçavkirin
- 12:46 9 Sibat 2018
- Rojane
AMED - Cîgira Hevserokên DBP'ê Hacer Ozdemîr hat binçavkirin
Hat diyarkirin ku Cîgira Hevserokên DBP'ê Hacer Ozdemîr vê sibehê di çarçoveya operasyonên hevkarên HDP'ê de ku hat kirin dema ku diçû avahiya partiyê hat binçavkirin.
Hacer a ku hat binçavkirin birin Enqereyê.
Herwiha hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de bi ser mala Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan de jî hatiye girtin.








