Zarokên ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin radestî malbatan hatin kirin
- 12:11 9 Sibat 2018
- Rojane
ROJANE...
Roj Umut
ŞENGAL - 3 zarokên ku ji Şengalê di encma fermana 2014'an de ji destê DAÎŞ’ê hatin rizgar kirin li bin konê piştevaniya ji bo Efrînê radestî malbatên xwe hatin kirin.
Di fermana 2014 de bi hezaran jin û zarokên ezîdî ketibûn destê DAÎŞ’ê. Li dijî vê bi sedan keç û zarokên ezîdî jî hêla şervanên QSD'ê ve hatin rizgar kirin û jî hêla TAJE'yê ve radstî malbatên wan hate kirin. İro jî sê zarokên ku ji destê DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin li Şengalê di konên ku ji bo berxwedan û piştevaniya Efrîn’ê hatibû vekirin de hatin pêşwazî kirin.
Zarokê bi nav Malik Merwan İbrahîm yê ku 7 saliye wiha behsa êş û zehmetiya ku jiyaye kir “ Em piştî ku hatin girtin ez heta demekê li gel dayika xwe man lê piştre min ji dayika min veqetandin. Bavê min jî hîn di despêkê de ji me veqetandin. Min li gelek cihan gerandin lê yê ku herî zêde ez li gel mam Ebû Ridwan bû. Ew kes di şer de bibû 'gazî'. Her dem min xizmet û karên wî kesî dikir. Dema ku min nekirina ez rastî zextan dihatim. Dîsa perwerdeya olî û leşkerî ferî me zarokan dikirin. Gelek caran bikaranîna çekan jî nîşanî me didan û mermer di laşê me de didan şikandin. Gelek zarokên mîna min li wê hebûn.
'Ez îro gelek kêxweş im ji ber ku hatime Şengalê'
Emîn Ferhan Emê jî wiha bahsa xwe kir: " “Dema ku DAÎŞ'ê hate ji keyayê gundê me re got teslîm bibin. Lê em teslîm nebûn heta ku çekên me ji me girtin. Em birin li gelek cihan gerandin lê herî zêde ez li Reqayê mam. Min li wir perwerdeya olî û leşkerîî dît. Nêzî sîh ciwanên êzîdî li wir bûn. Temenê wan di nava 9-19 salî de diguherî. Em fêrî bikaranîna çekan jî dikirin. “
'Ez bi biryaê xwe re hatim zewicandin'
Zaroka bi navê Ferîh İsa Hadî jî ku bi temenê xwe yê bi çûk ketîye deste DAÎŞ ê mîna hemu keçên êzidî ku di vegotina tiştên jiyaye de zahmetiyan dikişîne wiha bahsa xwe kir: “Ez ji gundê Tilbenatim û 15 salî me. roja fermanê a yekemîn dema ku me xwest ji xanersorê berbi Şengal de birevin em ketin destê DAÎŞ ê. Di roja despêkê de tiştên li ser me weke pere, zêr ji me girtin. Piştre jî jin û zilam ji hev cûda kirin. Zilam dest û Çavên wan girêdan û birin. Li cihê ku em birinê her roj dihatin keç ji gelme dibirin. Di nava 3 mehên despêkê de tenê xwarina birincê ji me re danîn ew jî di navê de kêzik hebûn. Ji bo ku biryayê min ê biçûk li gel min bimîne ez bi wî re zewicîm. Ev ji bo min gelek zahmet bû. Lê ez mecbûr bûm. Ji bo ku dayik û birayê min li cem min bimînin. Cilê reş didan min digotin li xwe bike. Dema ku min digot ez li xwe nakim îşkence li min dikirin. Jiyana me ji me dizîn. Lê ji ber ku îro digihîjim malabata xwe gelek kêfxweş im."
Di merasîma radestkirina zarokan de li ser navê TAJÊ Nehîle Yusiv axivî û wiha got: "Em bi rigarkirina zarokên xwe gelek kêfxweşin û îro em wan zarokên xwe li konê ku ji bo piştevaniya Efrînê hatiye vekirin radestî malbatên wan dikin."
Li ser navê Malbata Esîran jî dayika bi navê Ferho Elî axivî û kêfxweşiya xwe anî ziman ku ew jî berî bi demekê ji destê DAÎŞ'ê hatibû rizgarkirin.








