Asya Yuksel: Wek çiyayê bi heybet yên Qilabanê bû..
- 10:10 9 Sibat 2018
- Rojane
ŞIRNEX- Dayika Asya Yuksel a di bodrumên hovîtiyê yên Cizîrê de hat qetilkirin, Emîne Urun got: “Dibêjin her kes hinek dişibe warê xwe, belê Asya jî dişibe çiyayên bi heybet ên serbilind yên Qilabanê.” Emîne diyar dike tevî ku di ser komkujiyê re du sal derbas bûye jî ne keça xwe ji bîr dike û ne jî têkoşîna wê nîvco dihêle.
Qedexeya derketina derve ya li Cizîrê di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin, di roja 41’în a vê qedexeyê de derketibû holê ku sê jêrzemînên ku birîndar tê de ne hene. birîndarên ku mafên wan ê dermankirinê hat astengkirin ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin qetilkirin. Yek ji van kesên di jêrzemînan de hat qetilkirin hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel bû. Cenazeyê Asyayê 3 meh şûnde di 12’ê Gulana 2016’an de hat teşîskirin û definkirin.
Cenazeyê Asyayê ku bi cenazeyek din re hatibû tevlihevkirin bi nasnameyek cuda hatibû definkirin û dema Asya cara duyem hat definkirin li kolanên Qilabanê strana ‘Sê jinên Azad’ deng dida.
Dayika Asyayê, Emîne Urun jiyana Asyayê vegot. Emîneyê wiha got: “Dibêjin her kes hinek dişibe warê xwe, belê Asya jî dişibe çiyayên bi heybet ên serbilind yên Qilabanê .Keça min bi salan ji bo gel xebitî. Asyayê ji heybeta van çiyan cesaret girt û derket vê riyê.”
‘Ji bo gelê kurd dixebitî’
Emîneyê bi lêv kir ku Asya girêdayê têkoşîna jinan bû û ev tişt bi lêv kir: “Ji bo her kesî baş bû û her kesî ji wê hez dikir. Ji bo vê têkoşînê gund bi gund digeriya dixebitî. Li Êlihê, li Sêrtê salekê xebitî. Herî dawî jî hat Cizîrê. Li wir jî du salan ma.”
‘Ji bo mirinek bi şeref teslîm nebûn’
Emîneyê anî ziman ku keça wê bi Mehmet Tunç û sedan kesên din re berxwedanek mezin nîşan daye û got: “Ev berxwedan ti car nayê jibîrkirin.Ne wê Cizîr, ne Cizîr wê Asyayê ji bîr neke. Keça min berxwedanek bi rumet nîşan da. Ez wê û tiştên ku jiya ti car ji bîr nakim. Dema pevçûnan em bi telefonê axivîn. Dema ketin jêrzemînan jî em pê re axivîn. Piştre me di televîzyonê de dît ku birîndarin. Min ji wê re got wê we bikujin. Wê jî got ‘dayikê xemgîn nebe,mirinek bi şeref an mirinek bê şeref?’ Min jî got mirinek bi şeref. Wê jî got ‘Xwedî li keça min û kurê min derkevin, xwe jî xemgîn nekin. Ti dayika minî wisa neke’. Gotinên wê yên dawî ev bûn.”
‘Ez têkoşîna wê li erdê nahêlim’
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Tevî êşa em dijîn a di destê me de maye berxwedan e. Ji ber ku keça min teslîm nebû em kêfxweşin.Bila Cizîr ti carî vê ji bîr neke. Bila wan şewatan, wan rojan ti car ji bîr neke. Heta ez hebim ez ê mîrateya keça xwe mezin bikim. Lingê min saxlembûna ez ê gund bi gund, bajar bi bajar bigeriyama. Heta mirinê ez ê têkoşîna keça xwe bidomînim û ji bîr nekim.”








