Di bultena mehane ya şaredariya MHP’ê de propagandaya şer
- 09:20 9 Sibat 2018
- Rojane
Fîlîz Zeyrek
EDENE- Şaredariya Bajarê Mezin a MHP’ê ya Edeneyê di bultena faliyetên xwe yên mehane ya şaredariyê de bi sernavê ‘Ji bo alê mehmedo lêxe’ manşet avêt û propagandaya şer kir.
Êrîşên Tirkiyeyê û hêzên girêdayê wê yên li hemberî Efrînê ket roja 21’emîn. Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê di 6’ê Sibatê de daxuyaniyek da û diyar kir ku heta niha 26 jê zarok 17 jê jin bi giştî 148 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 365 kes jî birîndar bûye. Aliyên piştgiriyê didin tifaq AKP û MHP’ê jî mirinên pêk tên pîroz dikin. Şaredariya Bajarê Mezin a MHP’ê ya Edenê di bultena faliyetên xwe yên mehane ya şaredariyê de bi sernavê ‘Ji bo alê mehmedo lêxe’ manşet avêt û propagandaya şer kir.
‘Em ne propagandaya şer xizmetê dipên’
Welatiyekî ku bertek nîşanî şaredariyê da diyar kir ku ew ‘ne propagandaya şer ew xizmetê dixwazin’. Kesekî din ku nexwest navê xwe bide wih agot: “Êdî bes e, wekê ku televîzyon têr nakin di rojnameyên şaredariyan de jî propagandaya şer tê kirin. Ev wijdanek çawaye? Me nedizanî mirovahî miriye û dijminahiya li dijî Kurdan gihiştiye vê astê. Ev welat êdî mirinan pîroz dike. Em bi rastî bifikarin.”
‘Bila şaredarî karê xwe bike’
Welatî diyar kir ku bila şaredarî biçe karê xwe bike û got rewşa navçeyên li holê ye û ew bi çi re mijûl dibin û got: “Dibêjin emê hezar alî biçiqînin. Lê bi dehan malbatên mexdur hene. Nekarin perê ava xwe bidin. pereyên baca me dikin propagandaya nîjanperestiyê. Bila êdî dest ji vê dijminiyê berdin. Bacên Kurdan kursiya wan saxlem dike. Lê ji Kurdan nefret dikin.”








