Serpîl Kemalbay:Emê di 11’ê Sibatê de bi stran û govendên xwe li Arenayê bin
- 09:14 9 Sibat 2018
- Rojane
Duygu Erol
ENQERE- Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku bi operasyonên li dijî HDP û pêkhateyên wê dixwazin kongreya di 11’ê Sibatê de li Arenaya Enqereyê pêk tê bê bandor bihêlin û got: “Em hemû kesên alîgirên aştî û demokrasiyê ne, rayagiştî ya demokratîk, kesên li dijî şerê Efrînê ne, kesên li dijî qetilkirina xwezayê ne, kesên ji kuştinên jinan re dibêjin na, bi stran, govend û tilîliyan wan vexwendin kongreya HDP'ê ya di 11’ê Sibatê de li Arenayê pêk tê.
Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay bang li hemû kesên alîgirên aştiyê û demokrasiyê kir ku di 11’ê Sibatê de tevlî 3’emîn Kongreya HDP’ê ya li Arena ya Enqereyê pêk tê, bibin. Serpîlê diyar kir ku HDP di vê pêvajoya ku hewl tê dayîn faşîzmê bikin sazî de, di têkoşîna demokrasiyê de rola serekedilîze û li dijî polîtîkayên zext, şîdet û şer, li dijî dagirkirina Efrînê dengê xwe bilind dike. Serpîlê got li dijî vê jî hikûmet hewl dide HDP’ê bêdeng bike û tasfiye bike.
‘Armcanc bêbandor hiştina kongreyê ye’
Serpîlê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser operasyonên binçavkirin û girtinê yên nû yên li hemberî HDP û pêkhateyên wê û diyar kir ku li dijî KCD,DBP, HDP û Partiya Sosyalîst a Bindestan operasyonên cidî hene û got armanca van operasyonan eve ku kongreyê bê bandor bihêlin.
Serpîlê bi lêv kir ku ê bi şîara ‘aştî û demokrasiyê’ bi tevlîbûna dehezaran kesî tevlî 3’emîn Kongreya Asayî bibin û got ji kongreyê re sê roj maye û armanca operasyonan jî eve ku hejmara tevlîbûnê kêm bikin.Serpîlê di berdewamiyê de daxuyakirin ku divê her kes xwedî HDP’ê derkevin û got divê aştî û demokrasiyê bi hev re ava bikin.








