Ji bo jinan mizgînî: Meclîsên Piştevaniya Mor tên avakirin
- 09:13 9 Sibat 2018
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR- Aktîvîstên Piştevaniya Mor diyar kirin ku wê di rojên pêş de ji bo jinan meclîsan ava bikin û mizginiya wê piştevaniyê mezin bikin dan.
Lİ dijî pergala serdest ya mêr û rolên zayenda civakî, têkoşîna jinan bi teşeyên rêxistinên nû û piştevaniyê berdewam dikin. Piştevaniya Mor a vê rêxistina piştevaniyê mezin dike, ji roja ava bûye heta niha xebatên xwe bê navber didomîne. Li Îzmîra ku kuştinên jinan gelek zêde ne, aktîvîstên Piştevaniya Mor xebatên xwe diomînin û faliyetên xwe yên dema pêş vegotin.
Ji her profîlê jin ligel hevin
Denîz Uslu diyar kir ku li taxan bi jinan re hatine cem hev û fîlm dane nîşandan, xebatên xwendina pirtûkan meşandine û bi vê re li dijî pergala serdest ya mêr xebatên hişmendîkirinê meşandine. Denîzê bi lêv kir ku jin her derê cîhanê heman pirsgirêkan dijîn û got wan ji jina kedkara malê bigire heta jina memur, heta jina xwendekar ji her profîlî jin anîn cem hev.
‘Wê meclîsên Piştevaniya Mor bên avakirin’
Denîzê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Jin bên cem hev û pisgirêka çareser bikin gelek başe. Emê di pêvajoya pêş de Meclîsên Piştevaniya Mor ava bikin. Komîsyonên ku pisporên dildar tê de ne ji niha de hatine avakirin. Em li dijî zimanê çapemeniya serdset bi zimanê jinê weşandê dikin. Rojnameya Piştevaniya Mor jî girêdayê komîsyona çapemeniyê tê derxistin. Ji bo em xwe bigihînin ji her zimanî mirovî me komîsyona wergerê ava kiriye.”
Aktîvîsta Piştevaniya Mor Julîana Gozen jî destnîşan kir ku li cîhanê krîzên aborî kûr dibin û li Rojhilata Navîn jî krîza hegomonyayê tê jiyîn û got bi van re pergala serdest ya mêr jî li dijî jinan şer daye destpêkirin.
Julîana got berxwedana jinan a li dijî şerê parvekirina emperyalîst ya li cîhanê û Rojhilata Navîn ne tesadufe. Julîana daxuyakirin ku ji yekane çareya jinan piştevaniye.








