Çawa ku Şengal û Kobanê bi ser ketin wê Efrînê jî bi ser keve
- 09:06 9 Sibat 2018
- Rojane
AMED- Jinên HDP'yî û BDP'yê bertek nîşanî êrşên li ser Efrînê dan û êrş şermezar kriin. Rêvebira HDP’ê ya navçeya Sûra Amedê Sevîm Coşkun got ku ji kesên wek Tansu Çîler bigire di vê pêvajoya şer re gelek kes derbasbûne. Lê hemû tiştên ku kirin bê encam man.
Êrîşa ku Tirkiye û çeteyên OSO'yê bi hev re li dijî Efrînê dane dest di roja 21'emîn de berdewam dikin. Di encama şerê tê kirin de bi dehan sivîlan jiyana xwe dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûne. Rêvebira HDP’ê ya navçeya Sûra Amedê Sevîm Coşkun got ku ji kesên wek Tansu Çîler bigire di vê pêvajoya şer re gelek kes derbasbûne. Lê hemû tiştên ku kirin bê encam man.
Hevseroka DBP’ê ya navçeya Sûra Amedê Sakîne Karadenîz got ku Erdogan tim êrîş dike û dibêje ku wê bi ser keve. Lê belê êrîşên Erdogan tim vala dertên û wê êrîşên wan ên ser Efrînê jî vala derbikevin û wiha berdewamkir: “Gelek mînakên Erdigan yên biserneketinê hene. Ên ku li Sûr, Nisebîn, Cizîr, Silopiyê û Kobanê li ber xwe dan serî netewandin loma kesên ku ev berxwedana tehemûl nekirin niha êrîşî Efrînê dikin. Lê belê ew şerê li Efrînê jî wê weka şerê Kobanê bi dawî bibe û Efrîn biserkeve. Erdogan bi êrîşên ku li Efrînê dane destpêkirin sivîlan qetil dike. Di nav van sivîlan de herî zêde jin û zarok hene. Erdogan hîn jî dibêje em sivîlan nakûjin. Ger ku tu nakujî ew kesên ku tên kuştin kî ne?”
'Wê azadî bi ser keve'
Sakîne di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku tiştê Erdogan dike ne misilmaniye û di tu olê de tune ye û ev tişt got: “Erdogan dibêje ew terorîstin, ji kesên ku di destên wan de çek tune ye re çawa dibêje terorîst. Ji ber ku gelê wê derê hemû kurd in Erdogan wan dikûje û dixwaze wan biqedîne. Lê belê em jî dibêjin ku wê kurd tu carî bi êrîşên wan neqedin. Em êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin. Em naxwazin ku êdî tu kes bimire û em dixwazin ev şer bi dawî bibe. Bila Erdogan biaqil tevbigere. Wê rojekê Teqez azadî bi ser keve.”
'Gel tu carî serî natewîne'
Rêvebira HDP’ê ya navçeya Sûra Amedê Sevîm Coşkun jî got tiştê ku îro li Efrînê tê kirin, hikûmeta tirk 3-4 sal berê li Kobanê û Şengalê hatibû kirin. Wê demê jî dîsa li ser gelê kurd zilmeke mezin dihat kirin û wiha pê de çû: “Gelê Kobanê rastî îşkenceyê dihatin, jin ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin, rastî tecawizê hatin û di bazaran de hatin firotinn. Lê belê herî dawî hemû êrîşên wan val derketin. Gelê Şengal û Kobanê serî netewandin û wê Efrîn jî wekî wan li ber xwe bide. Tirsa Erdogan û dewleta AKP'ê ew e ku îktîdara xwe winda bikin. Erdogan bi şerê ku li dijî kurdan daye dest pêkirin ve dixwaze ku axa wan ji dest wan bikgire. Erdogan ê ku di dema şerê Kobanê de DAÎŞ’ê xiste wê derê, niha jî çeteyên OSO’yê dixwaze têxe Efrînê.”
‘Wê şerê Efrînê jî bêencam bimîne’
Sevîm di dawiya axaftina xwe de got ku ji kesên wek Tansu Çîler bigire di vê pêvajoya şer re gelek kes derbasbûne. lê belê ew hemû tiştên ku kirin bêencam man û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ev bi salane gelê kurd li ber xwe daye û hîn jî li ber xwe dide. Erdogan îro bi binçavkirinan, girtinan, dirêjkirina OHAL’ê û fermana lêxe dixwaze kurdan bitirsîne. Lê belê kur guh nadin van zextan. ew van hilnadin berçavan; berxwedana wan, devjêbernedana wan, çawa ku li Kobanê hetanê dawî man wê li Efrînê jî hetanê dawî bibînin.Em bi bawerin ku wê şerê Efrînê jî bêencam bibîne û gelê kurd biserkeve. Em gelê kurd jî ji bo Efrînê çi pêwîst be em ê bikin. Lewra jî banga min ji gelê kurd ji vê şerê netirsin. Em ê wek Kobanê Efrînê jî bigirin. Em bi hevre dakevin qadan.”








