'Çima cenaze bêyî destûra malbatan hatin derxistin'
- 09:02 9 Sibat 2018
- Rojane
WAN- Ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê, di 19'ê Kanûna 2017'an de 267 cenazeyên aîdî gerîllayên PKK'ê bi hinceta 'Testa DNA'yê' hatibûn derxistin û şandîbûn Stenbolê. Der barê bûyerê de ji aliyê Waliyê Bedlîsê ve daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re hatibû parvekirin û di daxuyaniyê de derxistina cenazeyan girêdahî rapora otopsiyan kirî bûn. Herî dawî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî li Bedlîsê di kongreya partiya xwe de axivibû û bi gotina 'Gelo ev goristanên sexte li ku ne?' Heqeret li goristana Xerzanê kirî bû. Malbatan bertek nîşanî axiftinên rayedarên dewletê dan û gotin ku heyanî ew cenazeyên xwe xwe bistînin ew ê tebikoşin.
Bi fermana dozgeriyê li Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê, di 19'ê Kanûna 2017'an de 267 cenazeyên aîdê gerîlayên PKK'ê bêyî malbatên wan hatibûn derxistin û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Li ser vê rûreşiyê bertekên raya giştî zêde bûbûn û Serdozgera Komarê ya Bedlîsê daxuyanî dabû û aşkera kiribû ku dê di demeke nêz de cenazeyan bidin malbatan. Lê tu pêşketin çê nebûn. Herî dawî Walîtiya Bedlîsê ji raya giştî re bi daxuyaniya "Li gorî mevzûata qanûnî ye" bertek nîşanî helwesta malbatan dabû. Herwiha Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ê ku ji bo beşdarî 6’emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe bibe çûbû Bedlîsê jî li kongreyê heqeret li goristana Xerzanê kirîbû, gotibû "ev goristanên sexte li ku ne" û êrîşa li ser goristanan erênî dîtibû. Li dijî vê sersariya hikûmetê bertek û bendewariya malbatan berdewam dikin.
'Êrîşa ser goristanan bêrêzdariya hemberî ol e'
Ji malbata Hûseyîn Doner ê ku di nav 267 cenazeyande de cenazeyî wî jî hatibû dizîn jinapa wî Necîbe Doner axivi û got ku hetanî ew cenazeyê xwe bistînin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivi;"Hûseyîn li Rojavayê bajarê Hesekê jiyana xwe jî dest da. Em heftiyekê li pêyî cenazeyî wî bûn. Heyatanî me cenaze stand, me gelek zehmet kişand. Piştî ku me cenaze bi rapora otopsiyê girt me li Gorîstana Xerzanê defin kir. Ev sê sal di ser definkirina wî re derbas bûn. Lê di mehên derbas bûyi de bi ser goristana Xerzanê de girtin û cenaze derxistin. Cenazeyên xizmên me tev birin. Em niha dixwazîn cenazeyên van xizmên xwe bigirin. Cenaze bi hinceta rapora otopsiyê nehatiye amadekriin derxistîne. Lê rapora otopsiyê hebû. Niha cenazeyên me nadin me. Carna dibêjin li Bedlîsê ye carna dibêjin ji bo otopsiyê birîne Stenbolê. Em niha baş nizanîn ku cenaze birîne ku derê. Em cenazeyên xizmên xwe dixwazîn. Êrîşa li ser goristanan nayê qebûlkirin. Dewlet ji miriyên me çi dixwaze? Heyanî hestiyên me jî dibe. Dewlet hem ji saxan hem jî ji miriyan ditirse. Êrîşa li ser goristanan bêrêzdariya li hemberî ol e."
'Ger ku ji bo raporê be çima cenaze dizîn'
Necibe di berdewamiya axaftina xwe de bertek nîşanî daxuyaniya waliyê Bedlîsê da û got ku êrîşa li ser goristanan netehemûlliya li hemberî nirxên kurdan e û wiha berdewam kir;"Em dixwazîn cenazeyê zarokên xwe bigirin. Cenazeyê 267 kesî dizîn. Niha hemû jî wenda ne. Ne tenê êrîşî Goristana Xerzanê êrîşî ser her goristanekê dikin. Me li sîlopiyê testa DNA'yê da. Rapora wê jî di destê me de heye. Ger ku armanc rapora otopsiyê bûna divê ku malbat agahidar bikira û divê bi agahiya malbatan ev kar bihata kirin. Ger ku cenaze ji ber otopsiyê hatibin derxistin çima beyî destûra malbatan bi bêdengî tên derxistin? Lê armanc ne rapora otopsiyê ye. Bi van hincetan malbatan bi rêwîtiyê diwestînin. Bavê Huseyîn ev çend caran çû Stenbolê hat , lê destê wî vala hat. Çi ma hûn malbatan dayik û bavan evqas diwestînin. Li tu deveran mînaka êrîşkirina li ser goristana nehatiye dîtin. "
'Em ê ji bo standina cenazeyan têbikoşin'
Necibeyê herî dawî bi lêv kir ku heta ew cenazeyên zarokên xwe bistiînin ew ê tebikoşin û wiha dawî li axafitna xwe anî;"Heya ku em cenazeyên zarokên xwe bistînîn, em ê tebikoşîn. Em ê serlêdanên xwe zêdetir bikîn. Heya ku em cenazeyên zarokên xwe nestînîn, ji me re aramî tune ye."








