Meclîsa Eşrefiyê ji bo Efrînê civîn li dar xist
- 17:32 8 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Meclisa navçeya Eşrefiyê ya herêma Efrînê ji bo rewşa dawî ya herêmê ji gel re civînek li dar xist.
Ji bo şîrovekirina rewşa siyasî ya herêma Efrînê û êrîşên li ser niha diqewime, Meclisa navçeyê Eşrefiyê ya herêma Efrînê civînek bi tevlîbûna bi dehan şêniyên navçeyê li pêşiya Komina Şehîd Rêzan li dar xist. Di civînê de bi dehan şêniyên navçeyê Eşrefiyê û Meclisa navçeyê Eşrefiyê beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê Endama Kordînasiyona Kongra Star a Meclîsa kantona Efrînê Wehîde Xelî û Cîgirê Hevseroka Meclîsa navçeyê Eşrefiyê Şêx Elî Ximêsî ji pêkhateyê ereb axivîn.
Di axaftinê de balkişandin ser berxwedana gelê herêma Efrînê ya li hember êrîşên dewleta Tirk û wiha gotin:" Tevî hemû êrîşana gelê Efrînê dê xwe biparêzin û bi ser bikevin. Dê bi berxwedana gelê Efrînê hemû hewldanên dewleta tirk vala derkevin. ”
Civîn bi dirûşmên" Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.








