PYD’ê ji bo şervanan xwîn da

  • 17:29 8 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Endamên PYD'ê ji bo şervanên Berxwedana Serdemê xwîn dan û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê ji bo parastina axa Efrînê têbikoşin.
 
Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li nexweşxaneye Avrînê ya Efrînê ji bo şervanên Berxwedana Serdemê xwîn dan û anîn ziman ku ew ê ji bo parastina nirxên civakê Efrînê biparêzin.
 
Endama PYD'ê Mûna Birîm diyar kir ku ew wek endamên PYD'ê û bi taybet jî wekî jin hatine ji bo xwîna xwe bidin birîndaran û wiha domand:" Şervanên me li çeperan ji bo axa xwe û gelê Efrînê biparêzin şer dikin.  Ji bo parastina Efrînê çi ji me we re xwestin em ê bikin, ger pêwîst bike em ê çekê rakin û nehêlin dijmin axa me dagir bike û gavekê derbasî axa Efrîna pîroz bibe.”
 
Her wiha endama PYD'ê Fatima Heval  wiha axivî:" Em ê li dijî van êrîşana serî netewînin û ji bo axa Efrînê têbikoşin. Em hemû li ser riya Avesta, Arîn û Barînan soza xwe nû dikin ku her em azad bibin.”