Saziya Malbatên Şehîdan êrîşên li ser Efrînê şermezar kir
- 14:49 8 Sibat 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Bi daxuyaniya çapemeniyê Saziya Malbatên Şehîdan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û bi taybet ên li ser Goristanên Şehîdan şermezar kirin.
Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Tiltemirê ya girêdayî Kantona Hesekê ya herêma Cizîrê bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kirin. Daxuyanî li ber saziya Malbatên Şehîdan bi tevalîbûna hemû endamê wê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin
Em êrîşên li ser Herêma Efrînê şermezar dikin ,herêma Efrînê herêmek bi ewle bû lewma dewleta Tirkiyeyê êrîşî herêmê kir ku kanton negihêjin hev û pêşve neçe lê bi îradeya gelê herêmê êrîşên hovane têk çûn . Dewleta Tirkiyeyê êrîşî goristanên şehîdan dike lê ev êrîş êrîşek li ser nirxê mirovahiyê ye û em wekî saziya malbatê şehîdan vê yekê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin .
Em ji dewletên navnetewî û saziyên mafê mirovan dibêjin êdî bese bêdengiya li dijî vê zilmê êrîşa li ser nirxê mirovahiyê ye .
Bi rihê şehîd Barîn Kobanê , Avesta Xabûr , Arîn Mîrkan û hemû şehîdên mirovahiyê em ê li hember êrîşên dagrkeriyê bisekinin ."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê " bi dawî bû .








