Emgîhan Cûdî: Dê berxwedana serdemê ya Efrînê bi ser bikeve

  • 09:24 8 Sibat 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Rêvebera Kongra Star Emgîhan Cûdî rewşa geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê nirxand û anî ziman ku divê ciwanên Kurdistanê û cîhanê xwedî li Efrînê derkevin û bi erka xwe ya şoreşgeriyê rabin. 
 
Rêvebera Kongra Star geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bi taybet rewşa Efrînê û êrîşên dewleta Tirk bi berfirehî nirxand û banga xurtkirina piştgiriyê ya Berxwedana Serdemê kir.
 
Emgîhanê destpêkê de êrîşên li ser herêma Efrînê şermezar kir û wiha got: "Êrîşên li ser Efrînê qet nayên qebûlkirin û cihê şermezariyê ne. Cîhan tev dizane ku ev êrîş ne tenê li ser gelê Efrînê ye ev êrîş li dijî Netewa Demokratîk e ku ev çend sal in gel xwe bi wê rêxistin kiriye. Di Rojavayê Kurdistanê de serkeftinên pir mezin û bi nirx hatine bidestxistin û bedelên giranbuha jî hatine dayin. Xuyaye Erdogan serkeftina Kobanê ji bîr kiriye, dema ku got Kobanê ket, di esasê xwe de şervanên azadiyê Kobanê rizgar kirin. Di Efrînê de Erdogan sîstema Sedam Huseyîn dide meşandin. Erdogan êdî bê çare ye, lewma bi hemû hêza xwe êrîşî gelê sivîl dike."
 
'Heta ku şervanên mîna Avesta Xabûr hebin wê AKP nikaribe Efrînê dagir bike'
 
Emgîhanê di dewama axaftina xwe de got ku Erdogan di medyaya xwe de şerê taybet dide meşandin û wiha pê de çû: "Erdogan şerê taybet dide meşandin lê bila tu kes neyê xapandin, piraniya nûçeyên ku têne weşandin dûrî rastiyê ne, dîroka Kobanê di Berxwedana Serdemê de dubare dibe. Çalakiya Şehîd Avesta Xabûr li dijî hişmendiya paşverû jî bandorek mezin li cîhanê û Tirkiyeyê kir. Heta ku jinên ciwan ên wekî Avesta Xabûr di Efrînê de hebin wê AKP nikaribe axa Efrînê dagir bike."
 
Emgîhanê itîfaqên ku li dijî vîna gelan û di bin maseyê de tên avakirin wiha anîn ziman: "Eger Rûsyayê ferman nedaya, wê demê Tirkiyeyê jî nedikarî êrîşî gelê Efrînê bike, Sûriye ango rêjîma Baasê jî di nava vê itîfaqê de ye û hevkariya wan dike. Her yek ji wan dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne. Divê ku rêjîma Sûriyeyê helwesta xwe ya vî şerî ji raya giştî re bide xuyakirin. Li Efrînê li dijî gelê sivîl çekên qedexe tên bikaranîn, li hember vê yekê divê ku hesab ji Erdogan were pirsîn. Li vir jî tê xuyakirin ku Erdogan dixwaze dîsa komkujiya Helepçeyê ku di sala 1988'an de li Başûrê Kurdistanê bi biryara Sedam Huseyîn ve hat çêkirin, li Efrînê dubare bike. Divê ku dewletên navneteweyî li hember bikaranîna çekên qedexe ku li ser sivîlan tê bikaranîn bêdeng nemînin."
 
'Wê Soçî nikaribe bibe bersiva aloziya Sûriyeyê'
 
Emgîhanê da zanîn ku wê Soçî nikaribe ji aloziya Sûriyeyê re bibe bersiv û wiha got: "Wê Soçî nikaribe aloziya Sûriyeyê çareser bike û wê nikaribe rê li ber şerê Efrînê jî bigire, ji ber ku yên tevlî vê civînê bûne ne li gor berjewendiyên gel tenê ji bo berjewendiyên xwe hewl didin. Hêvî di Soçiyê de tune ye. Federaliya Bakurê Sûriyeyê tirsek li cem Erdogan û hevkarên wî daye avakirin. Rûniştandina Federaliya Bakûrê Sûriyeyê hemû hêvî û xeyalên Erdogan têk dibe."
 
Emgîhanê herî dawiyê bang li tevahî gelê cîhanê kir ku  piştgiriyê bidin Berxwedana Serdemê û wiha got: "Divê ciwanên Kurdistanê û cîhanê xwedî li Efrînê derkevin û bi erka xwe ya şoreşgerî rabin. Divê ku çalakiyên ji bo Efrînê hîn zêdetir werin xurtkirin. Em ê heta dawiyê bi berxwedana Efrînê re bin û piştgiriyê bidinê."