Huda Kaya: Îslam, ola aştiyê ye qirêj nekin
- 09:19 8 Sibat 2018
- Rojane
Fîlîz Zeyrek
EDENE - Huda Kaya diyar kir ku Tirkiye dema êrîşan li dijî Efrînê pêk tîne ola îslamê bi kar tîne û got: “Ji bo saltanata xwe, mirovan qetil dikin. Wê hesabê vê çawa bidin xwedê? Îslam ola aştiyê ye, qirêj nekin.”
Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê ket roja 20’emîn. Di êrîşan de heta niha piranî jê jin û zarok herî kêm 148 sivîlî jiyana xwe ji dest da û bi sedan sîvîl birîndar bûn. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ol îstîsmar dike û got îslam ola aştiyê ye qirêj neke.
Hudayê bi lêv kir ku OSO ya bi TSK’ê re tevdigere, ji DAÎŞ’ê ne cudatir e û got wateya cîhanê ne şer, aştî û aramî ye.
‘Civakê dikin xew’
Hudayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku Tirkiye rastiyan ji rayagiştî vedişêre û wiha got: “Bi çapemeniya ku girtine re propagandaya xwe dikin. Bi vî awayî civakê dikin xew. Di nava civakê de nefret û kînê belav dikin. Li welat tişta herî zêde em hewcedar in heqîqet e. Li welat heqîqet nemaye. Mirov şaşiyê rastiyê nizanin. Tercîhên kesan jî tên sansurkirin. Rastî tên veşartin. Di şerê Efrînê de tişta dikin ev e.”
‘Di Kur'an'ê de emrê hovîtiyê nayê dayîn’
Hudayê bi lêv kir ku OSO sûcdarê şerê navneteweyî ye û komek hov e û wiha pê de çû: “Niha jî wek artêşa herêmî û neteweyî tê îlankirin. Dibêjin ji van re dua bikin. Ji bo van çavsoran dibêjin sura Fetîhê bixwînin. Ez wek jinek misliman dibêjim Kur'an emrê hovîtiyê nade me, tiştekî wisa tuneye! Lê ev li kesên mirî yên dîlgirtî jî zilmê dikin.”
Wê çawa hesab bidin xwedê?
Hudayê destnîşan kir ku îşkenceya di dema berxwedana rêveberiya xweser de li jinan hatiye kirin li Efrînê jî li Barîn Kobanê hatiye kirin û got: “Serê mirovan jê dikin û poz didin. Em ji mirovahiyê şerm dikin. Ola me qirêj dikin. Dema van komkujiyan dikin navê xweda dibêjin. Ji bo saltana xwe mirovan qetil dikin. Wê hesabê vê yekê çawa bidin Xwedê.”








