ROJEVA 8'Ê SIBATA 2018'AN
- 09:00 8 Sibat 2018
- Rojev
*Rêvebera Kongra Star Emgîhan Cûdî rewşa geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê nirxand û anî ziman ku divê ciwanên Kurdistanê û cîhanê xwedî li Efrînê derkevin û bi erka xwe ya şoreşgeriyê rabin. BI DÎMEN
*Huda Kaya diyar kir ku Tirkiye dema êrîşan li dijî Efrînê pêk tîne ola îslamê bi kar tîne û got: “Ji bo saltanata xwe, mirovan qetil dikin. Wê hesabê vê çawa bidin xwedê? Îslam ola aştiyê ye, qirêj nekin.” BI DÎMEN
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi heyeta Îmraliyê re kiriye dibêje: “Wekhevî û azadî bi mijara jinê pêk tê. Şoreşa me di heman demê de şoreşa jinê ye. Em ê koletiya jinê ji holê rabikin. Ev şoreşa çînî nîne. Şoreşa jinê şoreşa pêşeng e.” Abdullah Ocalan bi vê yekê têkiliya di navbera jin û şoreşê de datîne holê.
*Jinên Sendîkayî ku li dijî îxracan alternatîfa xwe ava kirin berhemên rêsandina destan ku navê ‘rêsandina bi rêxistin’ danîn difiroşin. Jinan diyar kir ku piştevanî di çanda wan de heye û bi hilberîna kolektîf re li dijî polîtîkayên dewletê têdikoşin. BI DÎMEN
*Hevseroka HDP’ê Semra Uzunok diyar kir ku wê di kongreya HDP’ê ya dê di 11’ê Sibatê de pêk were de careke din daxwaza jiyana bi hev re û jiyaneke azad bikin û hemû jin vexwendî kongreyê kir. BI DÎMEN
*Li Tirkiyeyê piştî ku OHAL hat îlankirin şûnde bi tu awayî pêşiya qeyrana aborî nayê girtin. Herî dawî bi êrîşkirina Efrînê re qeyran kûrtir bû. Piştî ku OHAL hat îlankirin bi dehan esnafan deriyê kargehên xwe girtin û yên mayî jî li ber îflasê ne. DîMEN HEYE
*Doza li mêrê bi navê M.A ku ji ber li dijî du zarokên xwe îstismara zayendî pêk anî, hat vekirin, ji bo zarokekî 15 sal ceza girt û ji bo zaroka din jî berat kir. M.A ku di pêvajoya dozê de ne girtî hat darizandin, ji ber serokê heyetê derbarê mahkumiyetê de ‘şerxa muxalefetê’ danî û îfadeyên zarok esas nehat girtin, hîna jî ne girtî ye.








