Konseya Navenda TTB'ê: Em ê her dem alîgirê aştiyê bin

  • 15:56 7 Sibat 2018
  • Rojane
ENQERE - Endamên Konseya Navendî yên TTB’ê yên bi şertên kontrolê hatin berdan diyar kirin ku ew ê li dijî şer helwesta xwe ya alîgiriya aştiyê dewam dikin. 
 
Endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) li dijî êrîşên ser Efrînê daxuyaniya “Şer pirsgirêka Civakî ye” dabûn û Erdogan ew kiribûn hedef. 11 endamên Konseya Navendî yên TTB’ê di 30’ê Çileyê de hatibûn binçavkirin û 3 bijîşk di 2’ê Sibatê de û 8 bijîşk jî di 5’ê Sibatê de bi şertê kontrolê hatin berdan. 11 Endamên Konseyê têkildarî binçavkirinê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Ji bilî Hande Arpat a hatibû binçavkirin hemû bijîşkên hatibûn binçavkirin beşdarî civînê bûn. Serokê Konseya Navendî yê TTB’ê Raşît Tukel daxuyanî da û malovaniya hemû kesên destek dane wan kir.  
 
'Kar barên dijhiqûq bi kar anîn'
 
Raşît wiha got:" Çawa derbarê me de lêpirsîn ku hat destpêkirin me agahî da parêzerên xwe û ketin tevgerê. Parêzerên me bi dozgeriyê re hevdîtin kirin û me diyar kir ku kengê bixwazin em ji bo îfadedayînê amade ne. Lê li gel vê ragihandina me ya ji bo dozger jî rojek şûnde ve em hatin binçvkirin û îfadeyên me di roja 7’emîn de hatin girtin. Feyda van pêkanîna li kê bû? Li dijî me eziyet, kar û barên dij hiqûq bi kar anîn.” 
 
Raşît anî ziman ku bi pêvajoya binçavkirinê re endamên TTB’ê yên ku ji bo feydeya cemaweriyê kar dikin xebatên wan bi awayek fîlî hatine astengkirin. 
 
'Me peywira xwe kir'
 
Raşît derbarê doza ku dê Wezareta Tenduristiyê bijîşkên hatine binçavkirin ji peywîrê hilde jî wiha got: “Di dîroka TTB’ê de ev bû doza 3’emîn a ku derbarê TTB’ê de vedikin. Em dixwazin bibîr bixin ku di her du dozên ewil de TTB’ê nirxên hekîmiyê parastiye û tespîta ku peywira xwe kiriye hat kirin. Dê ev doz jî bi heman rengî bi encam bibe. Çimkî me peywira xwe kir.” 
 
'Bijîşk ne alîgir e'
 
Raşît destnîşan kir ku ew carek din dibêjin ku li pişt daxuyaniya xwe ya di 24’ê Çileyê de parve kirin û wiha axivî: “TTB, endamê sazûmankarê Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê ye. Serokê ewil ê TTB’ê Dr. Tevfîk Saglam di serdema 1957 û 1958’an de serokatiya Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê kiriye. Kognreya 11’emîn a Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê di cotmeha 1957’an de li Stenbolê hatiye lidarixistin û di vê civînê de belgeya bi navê ‘Di şertên şer de helwesta bijîşkan’ hatiye qebûlkirin. TTB xwedî kevneşopiya redkirina gotina ‘Ewil hûn leşker in û pişt re bijîşk in’ a Kenan Evren piştî 12’ê Îlona 1980 di merasîma kutakirina xwendekarên GATA’yê de kiribû ye. Bijîşk cudahiyê naxin navbera ziman, ol, nîjad, zayend, mezhep, temen û rewşa civakîbûnê. Ewil jî bijîşk e û pişt re jî bijîşk e. Hin gotinên di rojên dawî de li nav raya giştî tên bikaranîn mirovahî li paş hiştiye. Bijîşk tu demê ne alîgir e û van feraset û gotinan red dike.” 
 
'Em li dijî şer in'
 
Raşît li dij derketina wan a şer wiha rave kir: “Şerên di roja me de ne ji bo muharebeya qadê tê kirin. Bi kurtasî şer li bajar, li wargehên zarok û jin lê dimînin û mirovên sivîl lê dijîn tê kirin. Mirovên sivîl tên kuştin, nexweşiyê zêde dike, qadên çandiniyê tune dike, birçîbûn û xela li pêş dikeve û mirovan ji warên wan koçber dike. Pergala tenduristiyê tê rûxandin. Kes nikare xwe bigîhîne xizmeta tenduristiyê.
 
Metna me hemû civakê digire hundirê xwe û bi nêzîkatiyek wiha nêz dibe. Metna me nirxên bijîşkiya gerdûnî dihebîne. Başiyê dixwaze. Ji bilî tenduristiyê tiştek di naverokê de nîne. 
 
Ji bo TTB’ê tiştek nehatiye guhertin. Ji roja ava bûye heta niha li dijî şeran derketiye. Her dem aştî xwestiye. Em wek TTB’ê mafê tenduristiya gel, parastina nirxên bijîşkiyê pêk tîne. Ji roja ewil ve çawa diparêze îro jî heman tiştan diparêz e. Çawa ji berê ve me aştiyê parastiye û em ê ji niha şûn ve jî aştiyê biparêz in û alîgirtiya aştiyê dewam bikin.” 
 
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.