KCD: Bi komkujiyan daxwazên gelê kurd hatin binpêkirin
- 15:28 7 Sibat 2018
- Rojane
DİYARBAKIR - KCD'ê di 2'emîn salvgera komkujiyên li jêrzemînên Cizîrê de daxuyanî da û got; "Bi komkujiyên ku hatin hat xwestin ku daxwazên gelê kurd ên demokratîk û neteweyî û berxwedana wan bê bê tasfiyekirin."
Piştî îlankirina rêveberiyên xweser li Cizîra Şirnexê di 14'ê Adara 2015'an de piştî qedexeya ku hat îlankirin hatibû aşkerekirin ku li jêrzemînan bi bi sedan kesî jiyana xwe ji dest daye. Derabrê komkujiyên ku hatin kirin de Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD) di 2'emîn salvegera komkujiyan de daxuyaniyek da. KCD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi îtîfaka AKP -MHP'ê ku li ser dijminantiya kurdan hatiye avakirin ji her aliyî ve êrîşî kurdan tê kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"2 sal berê daxwaza gelê kurd a xwe bi rêve bibe ya herî rewa û demokratîk bi êrîşên mezin re rû bir û ma. Piştî berxwedanên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex û hwd. li gelek bajar û navçeyên kurdan hatin hilweşandin, wêrankirin û zarok û jin jî di nav de bi sedan kes hatin qetilkirin. Bi van komkujiyên hatin meşandin re xwestin daxwazên gelê kurd ên demokratîk û neteweyî û bi vê re têkoşîna gelê kurd têk bibin.
Di jêrzemînên Cizîrê de nêzî sêsed kurdên sivîl bi awayekî hovane bi topbaran tangan re hatin şewitandin. Îro 2'yemîn salvegera komkujiya Cizîrê ye. Di 2'yemîn salvegera komkujiyê de em di şexsê Mehmet Tunç, Asya Yuksel de hemû berxwedêrên xwerêveberiya cewherî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em diyar dikin ku ew têkoşîna wan a lehengî û berxwedana wan wê di jiyana me de bibe çavkaniya girêdan û biryardariya me ya têkoşînê."








