Xebatên HDP'ê yên ji bo kongreyê berdewam dikin
- 14:54 7 Sibat 2018
- Rojane
AMED - HDP'yî xebatên xwe yên ji bo 3'emîn kongreya Asayî ya HDP'ê ku wê di 11'ê Sibatê li Enqeryê bê lidarxistin berdewam dikin. HDP'yiyan di çarçoveya xebatên xwe de îro li navçeya Peyasê ya Amedê belavok belav kirin û gel vexwendin kongreyê.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku wê di 11'ê sibatê de li Enqeryê 3'emîn Kongraya xwe ya Asayî li dar bikxwe, xebatên xwe yên ji bo kongreyê berdewam dike. HDP'yiyên ku ji bo gel vexwînin kongreyê kolan bi kolan digerin hem gel vexwendin ku piştgiriyê bidin kongereyê. HDP'yiyên ku di pêşengiya parlamentera DHP'ê ya Amedê Feleknas Uca de li Peyasê hatin gel hev serdana esnafan kirin û belavok belav kirin. HDP'yiyên ku bi elqeyeke mezin ji aliyê esnafan ve hatin pêşwazîkirin û mirovekî kal jî got "em ji bo Efrînê amade ne" û bang kir ku ji bo Efrînê piştgirî bê dayîn.
Xbatên kongreyê yên li Peyasê piştî belavkirina belavokan bi dawî bûn.








