Li Girtîgeha Şakranê îdiaya hewldana jahrîkirina jinên girtî

  • 14:20 7 Sibat 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên Girtîgeha Jinan a Şakranê îdia kirin ku jina bi navê Y.Ş. ya bi rêveberiya girtîgeh re di têkiliyê de ye hewl daye ku hin girtiyên siyasî jehrî bike. 
 
Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê hewldana hin girtî bidin jehrîkirin pêk hatiye. Li gorî îdiayên girtiyên jin, derket holê ku li dijî girtiyên siyasî amadekariya suîkastê hatiye kirin. Li gorî îdiayan di serdema qedexeya derketina derve ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatibû îlankirin, hat diyarkirin ku Y.Ş. a ku wek “sîxûr” xebatê dida meşandin, piştî girtîgehên Tîpa F a Wanê û Isparta sewqî Girtîgeha Şakranê kirine. 
 
Herwiha hat aşkerakirin ku Y.Ş. ji aliyê rêvberiya Girtîgehê ve jî tê zanîn û her tim bi polîsan re hevdîtin dike û li hundirê girtîgehê danêr bicih kirine û hemû girtî tên guhdarkirin. Hat îdiakirin ku bi pêşengiya midurên duyemîn ên girtîgehê N. û G. planên sûîkastê hatine kirin û ji bo vê yekêjî Y.Ş. jî hatiye peywîrdarkirin. 
 
Li gorî îdiayên girtiyan Y.Ş. madeya ku  jahrî dike biriye girtîgehê û hewl daye girtiyan jehrî bike.