Dayikên Qamişloyê: Efrîn ne bi tenê ye

  • 12:55 7 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Dayikên Qamişloyê yên ku beşdarî meşa mezin a ji bo Efrînê bûn anîn ziman ku Efrîn ne bi tenê ye û soza xwedîliderketandina Efrînê dan.
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê didome. Berteka gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê her ku diçe zêde dibe. Dayikên Qamişloyê yên ku beşdarî meşa mezin a ji bo Efrînê bûn bertekên xwe nîşan dan û anîn ziman ku ew ê têbikoşin û Efrînê teslîm nekin.
 
Xaliya Hisên diyar kir ku Efrîn ne bi tenê ye, gelê Efrînê serê xwe ji êrîşan re natewîne û serkeftin dê ya wan be.
 
Dayika Fatima Elî jî wiha nêrînên xwe anî ziman:" Efrîn dê bi berxwedana xwe ji hemû cîhanê re bibe mînak. Em wekî dayikên Qamişloyê heta dawiyê li pişta gelê Efrînê ne."
 
Mamosteya zimanê Kurdî Şêrîn Silêman jî anî ziman ku her ku dewleta tirk êrîşî Efrînê dike ew bi hêztir dibin û wiha pê de çû:" Gelê Efrînê tu caran serî natewînin. Em ê hemû bi têkoşîna xwe xwedî li Efrînê derkevin. Her wiha Dayika Şêrînê helbestek ku ji bo berxwedêrên azadiyê nivîsandibû, xwend."