Jinên Ereb: Efrîn hêviya gelên aştîxwaz e, em ê xwedî li Efrînê derkevin

  • 12:34 7 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Jinên Ereb derbarê meşa Efrînê ya girseyî de ku bi hezaran kes beşdar bûbûn nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Efrîn hêviya gelên aştîxwaz e, em ê xwedî li Efrînê derkevin."
 
Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) yên li ser Efrînê hem ji hewayê hem ji bejayî bê navber didome. Jinên Ereb ên ku beşdarî meşa ji bo Efrînê ya girseyî bûbûn nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ji bo piştgiriya gelê Efrînê beşdarî meşê bûyin û Efrînê tenê nahêlin. 
 
Jina Ereb a ji bajarokê Erîşa girêdayî Navçeya Şedadê a Kantona Hesekê Sena Elsehal diyar kir ku ew ji bo serkeftina gelê Efrînê û piştgiriya wan beşdarî meşa girseyî bûnin û got:"Bila Erdogan baş bizanibe ku em dev ji Efrînê bernadin. Efrîn hemû gelan diparêze loma em ê jî Efrînê biparêzin û lê xwedî derkevin. Bijî berxwedana Efrînê."
 
'Serkeftin dê ya gelê berxwedêr be'
 
Her wiha jina Ereb a ji bajarokê Erîşa Horiya Selama Elsab anî ziman ku ew wek jinên Ereb xwedî li berxwedana Efrînê derdikevin û wiha got:"Em vê zilm û zordariya ku li Efrînê tên kirin qebûl nakin. Em ji bo piştgiriya gelê Efrînê beşdarî meşê bûn. Serkeftin dê ya Efrînê û ya gelê berxwedêr be."
 
Dê Efrîn nekeve û dê serkeftin a gelan be
 
Jina Ereb a ji Dêrezorê Heyat Ebd Elhekîm  balkişand ser berxwedana şervanên QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê û wiha got:"QSD'ê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê berxwe da û ew têk bir. Em ê jî dev ji Efrînê bernedin û heta dawiyê em ê li axa Efrînê ya bi bereket xwedî derkevin. Dê Efrîn nekeve û dê serkeftin a gelan be."
 
'Dê nikaribin hêviya me bişikînin'
 
Jina ciwan a ji Kobanê Mîdiya Kobanê jî derbarê êrîşên li ser Efrînê nêrînên xwe wiha anî ziman:"Em hatin warê Avesta û Barînan ku serkeftina wan pîroz bikin. Em ê li axa xwe xwedî derkevin û dê nikaribin hêviya me bişikînin."
 
'Em ji dilgermî û berxwedana Efrînê hêzê digirin'
 
Her wiha mamosteya KPCD'ê ya ji Kobanê Gerîla Ibrahîm anî ziman ku ew ji dilgermî û berxwedana Efrînê hêzê digirin û wiha pêde çû:" Ev êrîşên li ser Efrînê û bi taybet jî ên li ser zarokan sûcekî mezin e lê baweriya me ew e ku dê serkeftin a Efrînê be."
 
'Efrîn hêza gelên azadîxwaz e'
 
Mamosteya ziman a ji Kantona Kobanê Feriyal Qera Elî diyar kir ku Efrîn ne bi tenê ye, tevahî gelê kurd li pişta wan e û wiha got:"Dê Erdogan sînorê Efrînê derbas neke, serkeftin ji gelê azad re ye û Efrîn hêza gelên azadîxwaz e."