Li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê girtî ji bo Efrînê di grevê de ne

  • 11:43 7 Sibat 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Girtiyên siyasî yên di girtîgeha Tîpa T a Şakranê de ji bo ku êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê û binpêkirinên mafan şermezar bikin ji 5'ê sibatê ve bi komên ku ji 4 kesan pêk tên dest bi greva birîçîbûnê ya bidem-dorveger kirin.
 
Berxwedana girtiyan a li dijî kincên yekreng ku di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) ya bi hejmar 696 hat qanûnîkirin berdewam dike.  Girtiyên li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Tîpa T li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ev mehek e ku dernakevin hevîdtinê, ji bo ku êrîşên Tirkiye yên li dijî Efrînê şermezar bikin hat aşkerakirin ku ji 5'ê sibatê ve dest bi greva birçîbûnê kirine.
 
Gitiyên ku bi rêya parêzerên xwe agahî dan, bal kişand ser êrîşên li dijî Efrînê yên Tirkiyeyê û gotin ku ew ji bo van êrîşan şermezar bikin ji bo mehekê bi awayê komên ku ji 4 kesan pêk tên dest bi greva birçîbûnê ya bi dem - dorveger kirin. Girtiyan diyar kirin ku ger binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, ferzkirina kincên yekreng û kaosa li Tirkiyeyê neyê bidawîkirin ew ê çalakiya xwe berdewam bikin.
 
Herwiha di rojên buhurî de jî hatibû ragihandin ku hin girtiyên di Girtîgeha Şakranê ya Tîpa T de ku hejmara wan nehatibû diyarkirin ku sergûnî Girtîgeha Tîpa L ya Panosê hatine kirin. Li gorî agahiyên ku ji malbatên girtiyan hatin girtin hat aşkerakirin ku lêgerîna tazî li ser girtiyan hatiye ferzkirin, ji ber ku girtiyan ev pêkanîn qebûl nekirine hatine derbkirin.