'Jîneolojî li dijî şer aşitî û li dijî desthilatdariyê berxwedan e'

  • 09:44 7 Sibat 2018
  • Rojane
WAN - Li Rojava  bajarê Dêrîkê 1'emîn konferansa berî bi demekê kurt hat lidarxistin. Konferans di roja 2'emîn de bi biryar û nîqaşên girîng bi dawî bû. Der barê konferansê de jinên Serhedê nirxandin kirin û diyar kirin ku ew bi lidarxistina Konferansa  Jîneolojiyê gelek kêfxweş bûne û  gotin ku jîneolojî dê bibe ronahiya zanista  rojhilata navîn. 
 
Li Rojavayê Kurdîstanê li  bajarê Dêrîkê yê herêma Cizîrê 1'emîn konferansa jîneolojiyê  bi dirûşma "Jîneolojî rastiya civakê ye bi xwezayê jinê ronî dike"  hatibû lidarxistin. Konferans ji hemû neteweyan bi tevlîbûna jinan û nîqaşên jinan di roja xwe ya 2'emîn de bi biryarên girîng bi dawî bû. Jinên Wanê der barê konfransê de nirxandin kirin û bi lêv kirin ku lidarxistina konferansa jineolojiyê ew pir bi kelecan kirine  jineolojî felsefeya jiyanê ye. 
 
'Li hemberî êrîşan jin bi jîneolojiyê bersiv didin'
 
Jina ciwan a bi navê Zelal Yerlîkaya anî ziman ku di her warî de hişmendiya mêr êrîş dike û got ku li hemberî şer, êrîşên mêr jîneolojî dibe mertal û wiha axivi;"Di vê serdemê de li ser jinan êrîşek mezin heye. Hişmendiya desthilatdar tu deman evqas ji bo tunekirina zanistiya jin tevnegeriya ye. Her roj êrîş dike. Di warê xwazeyî, civakî, derûnî û fîzîkî de êrîş dike. Li hemberî van êrîşan jin bi Jîneolojiyê bersiv didin. Dixwazin xwazeyek û civakek bêyî jinê ava bikin. Jinêlojî Xwaza, felsefe û li hemberî hişmendiya mêr zanistiya jiyanî ye. Jîneolojî bîrdozî û zanistiya jinê ye. Ev felsefe jî jinan têr dike. Gava ku em li dayikên xwe dinêrîn, dayikên me her tim bi xwezayê re mane, hilbirîn kirîne û bûne perçeyek ji xwaza yê. Hîna jî dayikên me ji her rihekan dikarin derman çê bikin. Ev jî kevneşopî û behredariya jîneolojî yê ye. Di demek wisa moderen de û zanistiya ku her roj paşve diçe,  zanistiya rast  dibe ya dayikên me."
 
'Emê bi jîneolojî destûr nedîn zilmê'
 
Dayika Besê Akdogan jî da zanîn ku şerê Rojhilatanavîn dê zanistiya jinê bide sekinandin û wiha got:"Niha li her welateke Rojhilata Navîn şer,mirin û komkujî hene. Lê li hemberî vê hişmendiya şer bîrdoziya jinan heye. Jin di her qadên jiyanê de li hemberî şer zanistek dîrokî diafirînin. Bi konferansa jîneolojî, jinan hêza xwe nîşanî hemû cîhanê da. Me dikujin, qetil dikin, destavêjiyê dikin û êrîşî me dikin. Lê li hemberî vê hişmendiya bersiva me dibe jîneolojî. Niha Efrînê bomberan dikin. Lê li Efrînê li hemberî vê zilmê berxwedaneke bîrdozî heye. Em ê bi jîneolojiyê destûrê nedîn zilmê. Şerên Rojhilata Navîn tê meşandin dê Jîneolojî bide sekinandin. Konferansa jîneolojiyê jî di warê zanistiyê de gaveke nû bû."
 
'Jîneolojî ferhenga zanista jiyanê ye'
 
Her wiha Eylem Altunî jî destnîşanî konferansa Jîneolojiyê kir û got ku pêwîste jin ji Jîneolojiyê sûdê bigirin û wiha domand:"Jîneolojî di warê zanistê de agahiyên pir bi hêz dide mirov. Ew tiştên ku mirov tu çavkaniyan de peyda neke, mirov bi xwendina jîneolojiyê hîn dibe. Jîneolojî ferhenga zanista jiyanê ye. Ez bi saya jîneolojiyê tê gihîtim ku  mafê min û keda min heye . Di vê pêvajoyê de jî Jîneolojî ji bo me xala sereke ye. Bi zimanê aşitî, azadî û  jinê jîneolojî ji me re bûye perçeyek û terzek jiyanê. Pêdivî pê heye ku her jinek jîneolojiyê mereq bike û lêkolîn bike. Li gel jîneolojiyê her jinek dê nasnameya xwe ji nû ve bibîne. Konferansa jîneolojiyê curbecurbûna rengê jinan nîşan me da. jîneolojî li hemberî hîşmendiya desthilatdar legerîna nasnameya jinê ye . Em jinên Bakur jî dikarîn bi lêkolîn û çavkaniyên xwe ji jîneolojiyê re bibîn piştgir."