Berîvan Zîlan:Heta ku Efrîniyek bimîne em ê li ber xwe bidin

  • 09:33 7 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Ji Rêveberiya TEVDEM’ê Berîvan Zîlan diyar kir ku li Efrînê berxwedaneke mezin tê jiyîn û got: “Em ê faşîzma AKP’ê hilweşînin. Em ê bibin bîhna gelên Tirkiyeyê yên di bin zextê de ne. Divê gelên Tirkiyeyê deng bidin vê berxwedanê.  Tevî êrîşan moralê gelê Efrînê bilinde û bi hêzin.  Gel di bin topan de li gundan li ber xwe didin. Warê xwe terk nakin.  Heta yek Efrînî bimîne em ê li ber xwe bidin.
 
Ji Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk  (TEVDEM) Berîvan Zîlan, êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê nirxand û diyar kir ku êrîşên ketine roja 19’emîn roj bi roj zêde dibin û wiha got: “Roj bi roj pevçûn dijwar dibin. Di du rojên dawî de leşker û çeteyên DAIŞ’ê darbeyên mezin ji hêzên QSD’ê girt.  Hejmara leşker û OSO’yiyan k udi pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane zêdetirin.  Çapemeniya Tirk rastiyan vedişêre. Ji rayagiştî vedişêre.”
 
Tevî teknolojiya giran…
 
Berîvanê bi lêv kir ku şer bi teknolojiya giran tê meşandin û tevî vê hêzên wan qelsin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye bi hemû teknolojiya destê xwe êrîşdike.  Li hemû eniyên pevçûn tên jiyîn berxwedanek mezin tê nîşandan.  Li dijî hemû deretên leşkerî û teknîk yên serdemê berxwedanek mezin tê nîşandan.”
 
‘Gel bi moral e’
 
Berîvanê di berdewamiyê de anî ziman ku gelê Efrînê gelek bi moral û hêze û ev tişt anî ziman: “Gelê me, rêveberiya me, jin, ciwan û zarok di nav seknek xurt de ne.  tevlîbûna gel pir baş e. Gel li navçe, gundan berxwe didin. Warê xwe terk nkin. Bedelên giran didin.”
 
Ji bo gelên Tirkiyeyê bang
 
Berîvanê  daxuyakirin ku li dijî vê îrade û rihê berxwedanê wê AKP û çeteyên DAIŞ’ê encamê negirin û got wê ji bo gelên Tirkiyeyê yên bindest bibe bîhn û bang kir ku divê gelên Tirkiyeyê deng bidin vê berxwedanê. Berîvanê di dawiya axaftina xwe de got heta ku Efrîniyek bimîne ew ê li ber xwe bidin û got wê li dijî faşîzmê têk neçin.