ROJEVA 7'Ê SIBATA 2018'AN
- 09:00 7 Sibat 2018
- Rojev
*Jinên Efrînê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku bê navber didome de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Efrîn warê lehengên şoreşger in û ew ê nekeve." DÎMEN HEYE
*Li Rojava bajarê Dêrîkê 1'emîn konferansa berî bi demekê kurt hat lidarxistin. Konferans di roja 2'emîn de bi biryar û nîqaşên girîng bi dawî bû. Der barê konferansê de jinên Serhedê nirxandin kirin û diyar kirin ku ew bi lidarxistina Konferansa Jîneolojiyê gelek kêfxweş bûne û gotin ku jîneolojî dê bibe ronahiya zanista rojhilata navîn. DÎMEN HEYE
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di 15’ê Sibatê de 1999’ê de bi komploya navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin û di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de der barê azadiya jinê de perspektîf pêş xist. Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi heyeta îmraliyê re der barê azadiya jinê de bi fikrên pêşniyar kir, hem komploya navneteweyî û hem jî komploya serdest ya mêr a li ser jinan parçe kir.
*Mêrê bi navê M.Ç. ku li Farqînê zarok îstîsmar kir ji sûcê ‘îstîsmara zayendî yê li zarok’ 25 sal ceza girt û mêrê bi navê A.T. jî ji sûcê ‘li zarokê îstîsmara zayendî ya sivik kiriye' jî 12 sal ceza girt. Dadgeha îstînafê diyar kir ku divê cezayê ji bo A.T. hatiye dayîn ji ‘îstîsmara sivik’ derkeve û ‘wek îstîsmara bi zanebûn’ bê nirxandin û dosya şand dadgeha herêmî.
*Pirtûka bi navê ‘Rojên binçavkirinê yên jinekê’ ya Seroka Komeleya Nîvîskarên Jin, Sevîm Korkmaz Dînç derket. Sevîmê ji bo pirtûka xwe ya ku tê de pêvajoya binçavkirina xwe û şahidiya xwe ya Cizîrê vedibêje, diyar dike ku ger ew van neaxivin, nenivîsin wê hemû bên jibîrkirin.
*Ji Rêveberiya TEVDEM’ê Berîvan Zîlan diyar kir ku li Efrînê berxwedaneke mezin tê jiyîn û got: “Em ê faşîzma AKP’ê hilweşînin. Em ê bibin bîhna gelên Tirkiyeyê yên di bin zextê de ne. Divê gelên Tirkiyeyê deng bidin vê berxwedanê. Tevî êrîşan moralê gelê Efrînê bilinde û bi hêzin. Gel di bin topan de li gundan li ber xwe didin. Warê xwe terk nakin. Heta yek Efrînî bimîne em ê li ber xwe bidin.
*Komira ji aliyê Midûriyeta Alîkariya Civakî ya Wanê ve tê belavkirin jehrê belav dike. Tevî hişyariyên ku tenduristiya mirovan tehdîd dike jî belavkirina komirê didome. Hanîfe Irmak ya neçar dimîne vê komirê bikar bîne got: “Ez boriyên sobê mehê herî kêm çar caran paqij dikim. Lê em hêjî di bin bîhna komirê de dijîn. Nîvê komira ku tê belavkirin kevir e.” DÎMEN HEYE
*Şehmus Îlhan yê Rojbîn Baran qetil kir û piştre der barê mijarê de rojnameger tehdîd kirin, hat girtin. Xizmên Şehmus Îlhan
li ber dadgehê civiyan û bi gotina ‘em ê wek kulîlkan li paşayê xwe binêrin, girtîgeh ji kê re maye?’ û pişgirî dan Şehmus û van gotinan jî carek din nîşan da ku di encama polîtîkayên bêcezabûnê de girtîgeh ji mêran re namîne.








