Piştî mîtînga li Efrînê gel berê xwe da Cinderisê

  • 17:55 6 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Piştî mîtînga girseyî ya li Efrînê ku bi tevlibûna hemû pêkhateyên Rojava /Bakurê Sûriyeyê hat lidarixistin çalakgeran berê xwe dan Cinderisê. Çalakgerên ku gihîştin Cinderisê ji aliyê welatiyên Cinderisê ve bi girseyî hatin pêşewazîkirin.
 
Êrîşên dewleta tir û çeteyên OSO'yê yên li ser Herêma Efrînê di roja 18'emîn de berdewam kirin. Li dijî van êrîşan meşvanên meşa ku ji Qamişolyê dest bi meşê kirin li gel hemû pêkhateyên Rojava /Bakurê Sûriyeyê berê xwe dan Efrînê. Meşvanên ku li Efrînê bi coşek mezin ji aliyê welatiyên Efrînê ve hatin pêşwazîkirin bi tevlibûna welatiyên Efrînê meşeke girseyî li dar xistin. Piştre meşa girseyî li Qada Azadiyê ya li Efrînê veguherî mîtîngê. Di mîtînga ku hat li darxisitn de axaftin hatin di axafitnan de meşvanan diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê bidin berxwedana serdemê ya li Efrînê îro li Efrînê ne. Di mîtînga ku hat lidarixistin de alên QSD, YPG/YPJ, DEV -DEM, PYD'ê û flamayên gelek saziyan hatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" hatin berxkirin."
 
Piştî mîtînga ku hat lidarixistin bi deh hezaran kesên ku belav nebûn bi wesayitên ku anîn gel hev berê xwe dan navçeya Cinderisê  ya ku herî zêde êrîş lê tê kirin, sivîl lê tên qetilkirin û li gel van hemû êrîşan gelê wê navçeyê naterikîne.  Zincîra wesayitên çalakgeran a ku gihît Cinderisê ji aliyê gelên Cinderisê ve bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê"  û "Ji dagirkirinê re rê tune ye" hatin pêşwazîkirin.
 
Li Cinderisê jî Mîtîng bi stranan û bi coşeke mezin hat destpêkirin.