Saziya Civaka Sîvîl ji bo Efrînê kon veda
- 17:10 6 Sibat 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Rêxistin û Saziyên Civakî li herêma Cizîrê konê çalakiya piştgiriyê ji bo Efrînê vedan.
Bi armanca piştgiriya berxwedana Herêma Efîrnê Sazî û Rêxistinên Civaka Sivîl li herêma Cizîrê li bajarê Qamişloyê konê piştgiriyê vedan. Di kon de tevahî saziyên Civaka Sivîl amede bûn. Kon di bin dirûşmeya " Ev der Efrîn e" wê hefteyekê dewam bike. Gel û gelek partî û rêxistin serdana kon kirin. Kon bi wêneyên zarok û tekoşerên Efrînê hat xemilandin û pankartên " Êrîşên Tirkiyeyê ên li ser Efrînê li ser binpêkirina zagonên navneteweyî ye", "Çima Rêxstinên Mafê Mirovan bê deng mane?" hat aliqandin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, rêveberiya Komeleya Mafê Mirova Evîn Cima bi xêr hatina kesên hazir kir û got: " Divê ku saziyên navneteweyî û mirovahiyê ji bo van êrîşan bê deng nemînin". Her wiha derbarê Efrînê de sînevizyon hat temaşekirin.
Kon dê heta hefteyekê dewam bike.








