Di encama êrîşên li ser Efrînê de 18 jê jin 148 kesî jiyana xwe ji dest da
- 15:48 6 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Roj bi roj sivîlên Efrînê ku di encama bombebaran û topbarana TSK û OSO de jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê Encîliya Reşo, diyar kir ku heta niha 148 sivîl hatine kuştin û 365 sivîl jî birîndar bûne.
Meclîsa Tenduristî ya Kantona Efrînê li Nexweşxaneya Efrînê civîna çapemeniyê lidar xist û derbarê kuştî û birîndarên sivîl ên di 18 rojên êrîşên TSK û komên OSO de ji raya giştî re eşkere kir. Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê Encîliya Reşo di civîna çapemeniyê de axivî û wiha got: “Ji roja destpêka êrîşên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û hevkarên wê yên li ser Efrînê, heta roja îro 148 sivîl di nav de 26 zarok û 17 jin jiyana xwe ji dest dane, 365 sivîlên di navê de 55 jin û 40 zarok jî birîndar bûn. Hîna jî em aqûbeta hin sivîlên din dibin xirbeyan de mayîn nizanin.”
Encîliya, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê agahiyên nasnameya sivîlên birîndar û yên jiyana xwe ji dest dane bikin belge û di rojên pêş de ji raya giştî re eşkere bikin.”








