Girtiyên ku lêgerîna tazî qebûl nekirin hatine derpkirin
- 15:45 6 Sibat 2018
- Rojane
WAN - Her ku diçe li ser girtiyan zext, êrîş û binpêkirina mafan zêde dibe. Girtiyên siyasî yên ku ji Girtîgeha Şakranê ya tîpa T sirgûnî girtîgeha Patnosê ya tîpa L'yê hatine kirin hat aşkerakirin ku hatine derpkirin.
Li Tirkiyeyê her ku OHAL hatiye îlankirin şûnde zext, êrîş û pêkûtiyên ser girtiyan jî her roj zêde dibin. Malbatên girtiyan ragihandin ku girtiyên duh ji girtîgeha Şekranê ya tîpa T sirgûnî girtîgeha Patnosê ya tîpa L hatine kirin bi lêgerîna tazî re rûbirû hatine hiştin. Girtiyên ku lêgerîna tazî qebûl nekirîne jî hatine derpkirin.
Hat zanîn ku girtiyên sîyasî bi dirûşman bersiv daye îşkenceyê û girtiyan bi tu awayî ev pêkûtî qebûl nekirîne.








