Îro li Efrînê meşa dîrokî tê lidarxisitin

  • 13:29 6 Sibat 2018
  • Rojane

EFRÎN - Meşvananê Meşa dîrokî ya ber bi Efrînê ve ku berî bi du rojan ji Qmişloyê hatibû destpêirin û gelên herêma Cizîrê, Friatê û Tevahî gelê Rojava - Bakurê Sûriyeyê û Şengalê tevli bû îro gihîtin Efrînê. Meşvanên ku di saetên şevê de gihîştin Efrînê ji aliyê bi hezaran welatiyên Efrînê ve hatin pêşwazîkirin. Meşvan îro bi gelê Efrînê re meşa mezin a dîrokî li dar dixin.

 
 Meşvananê Meşa dîrokî ya ber bi Efrînê ve ku berî bi du rojan ji Qmişloyê hatibû destpêirin û gelên herêma Cizîrê, Friatê û Tevahî gelê Rojava - Bakurê Sûriyeyê û Şengalê tevli bû gihîtin Efrînê. Meşvanên ku di saetên şevê de gihîştin Efrînê ji aliyê bi hezaran welatiyên Efrînê ve hatin pêşwazîkirin. Ji ber coşa meşvanan du bi şev jî kesek raneza û niha li kolanên Erînê meşa dîrokî tê lidarxisitn.
 
Bi hezaran gelên Rojava - Bakurê Sûriyê ji herêma  Firat, Reqa, Tebqa, Cizîr,Minbic û gelê Şengalê ku şeva din gihîştin Efrînê, di van kêliyan de tevî gelê Efrînê daketin qadan.
 
Meşa gelan ji çerxereya Kawa ya navenda Efrînê hate destpêkirin û li ber nexweşxaneya Dêrism veguhrî mîtîngê. Gelan al û sembolên Rojava -Bakurê Sûriyê, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê  wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û şaxên zeytûnan rakirin.
 
Mîtînga ku bi bîranîna berxwedêrên  azadiyê yên jiyana xwe ji dest dan  hat destpêkirin, bê navber dûrişmê"Gelê Sûriyê yek e", "Em bi te re ne Efrîn", "Bijî berxwedana şervanên QSD", "Bijî Berxwedana Serdemê" tên berzkirin.
 
Herwiha li ser navê hemû pêkhateyan Ereb, êzîdî, turkmen, ermenî, suriyanî  ku ji bakûrê Sûriyê tevlî meşê bûn axavtin hatin kirin, di axavtinan de hevgirtina gelên Bakûrê Sûriyê û yektiya gelan di pergala netewa demokeratîk de hat nişandan û wê tevahî gel û netewên Barkûrê Sûriyê li pişta Efînê bin heta sekeftinê.
 
Mîtînga  mezin a dîrokî li Efrînê hîn dewam dike.