Ji 600 ronakbîrên Îranî ji bo Efrînê belavoka piştgiriyê
- 12:07 6 Sibat 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê 600 rojnakbîrên ku di nav wan de hunermend, muzîkjen, nivîskar, helbestkar û şanoger hene, ji bo efrînê belavoka piştgiriyê weşandin.
Li Îranê 600 rojnakbîrên ku di nav wan de hunermend, muzîkjen, nivîskar, helbestkar û şanoger hene, ji bo efrînê belavoka piştgiriyê weşandin. Her wiha hunermendan jî ji bo piştgiriya bi Efrînê re kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin.
Di belavoka ronakbîran ku Tirkiye hat şermezarkirin de wiha hat gotin: "Bi sedan sal e ku li Rojhilata Navîn êşên mezin tên jiyîn ji ber poîtîkayên êrîşkar ên împaratoran. Ji Asuran heta bi Erdogan herî zêde gelê kurd bû qurbana van poîtîkayan û hat qetilkir. Erdogan piştî têkçûna xwe ya bi caran niha jî ji bo Efrînê ferman da û êrîş dike. Erdogan di bedêla ku pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike, rêya aştî û diyalogê ya ku vekirî bû jî girt. Amed, Cizîr û gelek cihên din bi erdê re kirin yeke. Erdogan penaberên Sûriyeyî jî ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn û ji Ewropayê milyarek EURO girt. Niha jî bêyî hincet êrîşî Efrînê dike.
Em wekî hunermendên Îranî bang li hemû gelan dikin û dibêjin li dijî sûcê ku Erdogan dike bêdeng nenînin. Em bang li hemû wealtên cîhanê jî dikin ku li dijî Erîşên li ser Efrînê bêdeng nemînin. Em ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî re jî dibêjin ku li dijî van êrîşên li ser Efrînê bikevin tevgerê."








