‘Em ê di 11’ê Sibatê de Enqerê bikin keleha berxwedanê’
- 10:12 6 Sibat 2018
- Rojane
EDENE - Rêveberên HDP’a Edeneyê ji bo sêyemîn kongreya partiya xwe banga tevlîbûnê kirin û diyar kirin ku wê di 11’ê Sibatê de Enqereyê bikin keleha berxwedanê.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê ji bo sêyemîn kongreya partiya xwe ya di 11’ê Sibatê de li Enqereyê li Salona Sporê ya Arenayê ku wê pêk bê, xebatek mezin dimeşîne. Rêveberên HDP’a Edeneyê Suphiye Bayav û Suzan Kiliç diyar kirin ku wê jin mohra xwe li kongreya bi şîara ‘Em ê teqez bi ser kevin’ bidin û got wê jinên li Efrînê li ber xwe didin silav bikin.
‘Em hemû gelên xwe vedixwînin’
Suphiye Bayav diyar kir ku ji ber şert û mercê tê de ne pêk anîna kongreya HDP’ê stratejîk û ev tişt daxuyand: “Em ê li ser navê gelên Tirkiyeyê yên bindest pêvajoyek damezerîner ya nû bidin destpêkirin. Di kongreya me de peyama dîrokî ya em bidin girîng e. Em hemû gelên xwe vedixwînin kongreyê. pergala serdest ya mêr ewil jin hedef girtiye û ji ber vê jî divê jin tevlî kongreyê bibin.”
'Hêza jinên berxwedêr wê bê silavkirin’
Suzan Kiliç jî behsa amadekariyên kongreyê kir û got wê bi 25 otobusan ji bajar tevlî kongreyê bibin û di berdewamiyê de jî ev tişt got: “Li Efrînê jî li Tirkiyeyê jî gel têdikoşin. Bi taybet em jin em ê di 11’ê Sibatê de Enqereyê bikin keleha berxwedanê. Em ê hêza jinên berxwedêr ku li Efrînê li ber xwe didin silav bikin.”








