Akademîsyena aştiyê Dîlek: Zanist neçarin aştiyê hilberînin
- 10:10 6 Sibat 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Peywirdara Lêkolînê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê Dîlek Karabulut ku bi hinceta îmze avêt binê danezana ‘Em nabin hevkarên vî sûcî’, ji kar hat durxistin û peymana wê nehat nûkirin. Dîlek diyar kir ku daxwaza aştiyê ne sûc e û got zanyar neçarin aştiyê hilbijêrin.
Peywirdara Lêkolînê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê Dîlek Karabulut ku bi hinceta îmze avêt binê danezana ‘Em nabin hevkarê vî sûcî’, ji kar hat durxistin û peymana wê nehat nûkirin. Dîlekê diyar kir ku ji bo wê nivîseke bi awayê ‘ji nû ve tayînkirin di cih de nehatiye dîtin’ hatiye şandin û got rektorî hemû lijneyên zanistî û biryarên komîsyonê tine hesibandine.
‘Rektorî bi tena serê xwe biryarê digirin’
Dîlek yek ji 12 hîndekarên perwerdê ya bi hinceta îmze avêtiye binê danezana aştiyê ku ji peywirê hatiye girtinê ye û diyar dike ku piştî ji kar hatiye girtin jî hedef hatiye dîtin û wiha pê de çû: “Niha jî der barê me de tevî ku ti mijara dozê tune em ji kar hatin derxistin.” Dîlek ku di heman demê de xwendekara doktorayê ye destnîşan kir ku tevî ku şêwirmenda tezê, serokê beşa zanistê, dekanî û fakulteyê nêrîna erênî der barê wê de daye, beyî hincet tayînkirina wê nehatiye kirin.
‘Divê zanyar aştiyê bipejirînin’
Dîlekê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku daxwaza aştiyê ne sûc e û got zanyar neçarin aştiyê bipejirînin û diyar kir ku jî ji ber ji kar avêtinê û îxracan zirarek mezin dîtiye.
Dîlekê di dawiya axaftina xwe de bi durxistina akademîsyenan li zanîngehan fikra azad hatiye sînorkirin û tê hedefkirin ku tirs bê afirandin. Her wiha Dîlekê da zanîn ku hewl tê dayîn ku nasnameya zanistî tine bê hesibandin.








