Jinên Tirkmen: Bila Erdogan navê me nede ser zimanê xwe
- 09:08 6 Sibat 2018
- Rojane
ŞEHBA - Jinên Tirkmen ên ewil ji ber zilma DAÎŞ’ê û piştre jî ji ber êrîşên Tirkiyeyê neçar man ji gundê xwe derkevin diyar kirin ku bila Erdogan navê wan nede ser zimanê xwe û gotin ew Tirkmen wî naxwazin.
Ji roja krîza Sûriyeyê dest pê kiriye heta niha ji aliyê Tirkiyeyê ve Tirkmen wek argumana polîtîk tên bikaranîn û Tirkmen ewil rastî êrîşa DAÎŞ’ê û niha jî şahidiya êrîşa Tirkiyeyê dikin. Tirkmen piştî êrîşan çûn Kantona Şehbayê ya QSD ewlehiya wê digire.
Jinên Tirkmen ku ji bo carek din ji cihê xwe nebin, zarok, hevjîn û xizmên wan di hêzên parastina Federasyona Bakurê Sûriyeyê de cih digirin, diyar kirin ku ew bi fikra jiyana bi hev re bawer in û ji bo vê jî bi bawer in ku wê pêşeroja gelan bi hev re bê avakirin.
‘Di destê wî de xwîna zarokan heye’
Yek ji van jinan Halîme Hiseyn ku ewil ji êrîşa DAÎŞ’ê û piştre jî ji êrîşa Tikriyeyê ji Çobanbeylî derket û li Şehba dijî ye. Halîme wiha dibêje: “Ez ji Çobanbeylî têm. Ez Tirkmen im. Ez li vir hatim dinê û li vir mezin bûm. Em ji zilma Erdogan reviyan û hatin mintika Şehbayê. Li zarokên me dixin. Dibêjin ‘em li sîvîlan naxin li leşkeran dixin’. Lê gel li vir e. Li dibistanên me dixin. Li Efrînê li zarokan dixe. Di destê wî de xwîna zarokan heye.”
Zelha El Maha ku ji El Bab revya û hat Şehba, diyar kir ku ew Tirkmen e û wiha pê de çû: “Em li Babê dijiyan. Ewil DAÎŞ hat. Piştre leşkerên Erdogan hatin. Me canê xwe bi zorê xilas kir. Niha jî li vir dixin. Zarokan dikujin. Bila hemû zarok bibihîzin. Li Efrînê, Şehbayê zarok dimirin. Bila hemû kes vê bizane. Bila Erdogan navê me nede ser zimanê xwe. Em Tirkmen wî naxwazin."
Jina bi navê Heyriye Hesen ku 5 sal berê ji ber êrîşên DAÎŞ’ê bi zarokên xwe re ji Raî reviya û hat Şehbayê ev tişt anî ziman: “Em ji gundê xwe ji ber DAÎŞ’ê reviyan. Niha çeteyên Erdogan li me dixin. Erdogan ji bo Esad dibêje ‘kujerê zaroka ye’. Sûriyeyî bir welatê xwe. Piştre dîwar lê kir. Niha ew bi xwe zarokên Sûriyeyê bombe dike. Çeteyan bi ser me de dişînin. Sivîlan dikujin. Bila her kes van bibîne. Gelên Sûriyeyê wê li dijî her cureyê êrîşan berxwe bide. Wek Kobanê bajarên me serobino jî bibin em ê cihê xwe nedin wan. Zarokên me wê me biparêzin.”








