ROJEVA 6'Ê SIBATA 2018'AN

  • 09:00 6 Sibat 2018
  • Rojev
*Jinên ji pêkhateya Ereb ên bajarokê Til Koçerê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û peyama piştgiriya Efrînê dan. BI DÎMEN
 
*Jinên Tirkmen ên ewil ji ber zilma DAÎŞ’ê û piştre jî ji ber êrîşên Tirkiyeyê neçar man ji gundê xwe derkevin diyar kirin ku bila Erdogan navê wan nede ser zimanê xwe û gotin ew Tirkmen wî naxwazin. BI DÎMEN
 
*Piştî komele û saziyên jinan ên bi KHK’yan hatine girtin şûnde kuştin û şîdeta li ser jinan zêde bû. Endama Platforma Jinan a Amed Dîcle, Xecê Şen diyar kir ku dixwazin jinan bê alternatîf bihêlin û wiha got: “Em ê wek çemê Dîcleyê ji Mezopotamyayê biherikin û bibin alternatîfa jinan.” BI DÎMEN
 
*Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ku dadgehê 21 meh cezayê girtîgehê dayê diyar kir ku ew ne gumanbarên pêvajoyê, şahidên wê ne û got ew dizanin gumanbar kîne û heta wan li kursiya dadgehê bidin rûniştandin wê têbikoşin. BI DÎMEN
 
*Rêvebira DBP’ê ya navçeya Sûra Amedê Ayhan Dogrual êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku bê navber didomin şermezar kir û got ku Kobanê, Şengal, Sûr, Nisebîn, Cizîr, Silopiyê bûn sembola berxwedan û têkoşînê, Efrîn jî wê bi ser keve û wê bibe mînaka berxwedan û têkoşînê. BI DÎMEN
 
*Jinên kurd yên ji ber polîtîkayên dewletê neçar man koç bikin bi salane bi çêkirina tenûran li dijî xizaniyê têdikoşin. Jin her wiha kevneşopiyên xwe didin jiyin û bersiva herî baş didin kesên ew koçber kirine.BI DÎMEN
 
*Peywirdara Lêkolînê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê Dîlek Karabulut ku bi hinceta îmze avêt danezana ‘Em nabin hevkarên vî sûcî’ ku ji kar hat durxistin û peymana wê nehat nûkirin, diyar kir ku daxwaza aştiyê ne sûc e û got zanyar neçarin aştiyê hilbijêrin.
 
*Rêveberên HDP’a Edeneyê ji bo sêyemîn kongreya partiya xwe banga tevlîbûnê kirin û diyar kirin ku wê di 11’ê Sibatê de Enqereyê bikin keleha berxwedanê. BI DÎMEN