'Dê berxwedana serdemê bi ser bikeve'

  • 17:08 5 Sibat 2018
  • Rojane
 
AMÛDÊ/EFRÎN -  Jinên Amûdê û Efrînê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin:"Em natirsin, em serî natewînin û em ê bi ser bikevin."
 
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê dikeve roja xwe ya 17'an. Dewleta tirk bê navber bi balafir û tankan êrîşî Efrînê dikin. Jinên Amûdê û Efrînê ev êrîş şermezar kirin û gotin ku ev êrîş êrîşeke li ser mirovahiyê ye. 
 
Berpirsa Kongra Star a bajarê Amûdê Emşa Şêxmûs êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Efrînê şermezar kir û wiha got: "Em şerê dewleta Tirk ku li ser herêma Efrînê pêk tîne şermezar û lanet dikin, tu mafê wan tuneye ku evqas sivîlan qetil dike. Îşkenceya ku herî dawî li ser cenazeyê Şehîd Barîn Kobanê hate kirin, kiryarên dûrî mirovahiyê ne. Em wek jin û dayik  em ê tola Şehîd Barîn rakin. Efrîn a me ye, em şaxek zeytûnan nadin wan. Em bi gerîlayên serê çiyan û  bi darên zeytûnan sond dixwin ku em Efrînê bernadin. Em hemû piştevaniya Efrînê dikin heyanî dilopa xwîna me ya dawî, wê Efrîn bi serkeve."
 
Hevseroka Desteya Çand û Hûnerê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Xalid jî wiha got: "Em wek jinên rewşenbîr û jinên Çand û Hûnerê hemû kom bûne ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê. Em van destdirêjiya li ser Şehîd Barîn Kobanê şermezar dikin, em wê bi hurmet bi bîr tînin. Em wek jinên Çand û Hûner û Rewşenbîr bi pênûs û hestên xwe em ê li berxwdana gelê xwe derkevin. Em hemû bi yek dengî dibêjin em hemû Efrîn, Barîn û Avesta ne."
 
Rêveberiya Kongra Star a bajarê Amûdê Mira Zoro jî berteka xwe wiha li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê nîşan da: "Em êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Efrînê şermezar dikin. Efrîn ne bi tenê ye, em ê li ber xwe bidin û em li pişta Efrînê ne. Em ê li hember dewleta Tirk û hikumeta AKP'ê rabin, em ê weke jin xwe bigihînin asta ku em xwîna Arîn, Avesta û Barînan li erdê nehêlin ku çawa xwe kirin parçeyek ji bombeya Zîlanî û xwe di dijmin de teqandin. Şerm e ji bo dewletên Navnetewî ku heya niha bê deng in li ser qetilkirina sivîl, jin û zarokên herêma Efrînê. Ev komploya duyem e li ser Kurdan tê meşandin ku çawa di sala 1999'an de li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hate meşandin, îro li Efrîn careke din tê dubarekirin." 
 
Jinên Şehbayê jî bertekên xwe nîşanî erîşên li dijî Efrînê dan û gotin em ê heta dawî li berxwe bidin.
 
Endama Rêveberiya Kongira Star a Kantona Şehbayê Medîne Elo diyar kir ku ev êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan tiştek dûrî exlaq û mirovahiyê ye û wiha domand:" Gelê Efrînê li beramberî van êrîşan ku bi balafir û çekên giran sivîlan hedef digirin bi tundî şermezar dikin, divê ku civaka Navneteweyî û saziyên Mafê Mirovan li dijî van êrîşan bertek nîşan bidin."
 
Endama Mala Jinê ya Şehbayê Fatima Elî anî ziman ku divê Tirkiye û tevahî cîhan bizanibe ku wê Efrînê bi serkeve, ev  berxwedana gel îro di rupelên dîrokê de wê werin nivîsandin. Mafê tu kesî tuneye li ser axa me komkujiyê pêk bîne. Em ê bi ser bikevin."
 
Endama Mala Jin a Şehbayê Bedîya Muslim balkişand li ser armanca Tirkiyeyê ji van êrîşan ku dixwaze îrade û yekîtiya gelê Sûriyeyê bişkîne û nakokiya di nav gel de derbixe û wiha got:"Lê belê ev armanc bi ser neket, ji ber tevahî gelê Efrînê bi ser bilindî axa xwe diparêzin, em bi dil û canê xwe bi berxwedana Efrînê re ne û piştgiriya xwe her roj nîşan didin."
 
Rêveberiya Yekîtiya Jinên Azad a Kantona Şehbayê Rihab Cibû anî ziman ku tevahî pêkhateyên li Sûriyeyê ku niha bi hev re dijîn derfetê nadin dagirkeriya Tirk ku derbasî axa me bibe. Ji mirinê tu carî em natirsin, em ê piştgiriya gelê xwe yê Efrînê bikin, em amede ne ku biçin li çerperên Efrînê şer bikin.
 
Rihab Barîn Kobanê bi bîr anî û wiha got:" Şervana û jina Kurd a ku dagikerî û koletî qebûl nekir û li dijî dagirkeriya artêşa dewleta Tirk şer kir, li ser riya Arîn Avesta  û Barînan em ê tekoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin."