Çalakiya konê ji bo piştgriya Efrînê ket roja 2'emîn
- 16:39 5 Sibat 2018
- Rojane
Delîla Axîn-Vîyan Seîd
ŞENGAL - Konê ku ji aliyê Ezidiyan ve ji bo piştgiriya Efrînê hatibû vedan ket roja 2'emîn. Îro jî şênîyên gundê Borikê ku girêdayi navçeya Sinunê ye û endamên TAJÊ beşdarî çalakiya konê piştgiriyê bûn. Di roja xwe ya duyemîn de jî gelê Ezidî beşdarî konê piştgiriyê bûn û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin.
Meyan Xwedê li ser navê TAJÊ axivî û wiha got:"Heta dewleta tirk êrîşên li ser Efrînê bi dawî neke em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Em weke gelê ezîdî dizanin ku zehmetiya ku Gelê Efrîn niha dikşine çiye. Dilê me bi wan re ye. Em şer naxwazin lê eger şer jî bi me re bê kirin em ê heta dawiyê berxwe bidin wekî ku gelê Efrînê li berxwe didin. Eşa wan êşa me ye. Berxwedana wan berxwedana me ye. Em li vir soza ku şopdarê berxwedana wan bin didin. Bijî berxwedana Efrînê."
Endama Meclîsa Borik Tekuz Xidir jî got " Em wek jinên Ezîdî vê dibêjin dilê me li gel we ye. Em ê heta xwîna xwe ya dawî jî pişgiriya we bidin. Çawa ku Kobanê neket dê Efrîn jî nekeve."
Herîvan Merwan jî wiha axivî: "Ji roja despêkê heta îro çawa ku me da diyarkirin ku bi gelê Efrînê re ne, îro jî em bi gelê Efrînê re ne. Heta ku Efrîn azad nebe em ranawestin. Em ê ji komkujiyan re serî netewînin û berxwe bidin."
Canê Silêman êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got:"Berxwedana Efrînê mînakek girîng e. Em ê heta dawî li berxwedana Efrînê xwedî derkevin. Em nahêlin tu kes axa Efrînê dagir bike. Bijî berxwedana Efrînê."








