Ciwanên Herêma Cizîrê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir

  • 16:10 5 Sibat 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên herêma Cizîrê bi meşekê piştgiriya xwe ji gelê Efrînê re nîşan dan û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin.
 
Bi dirûşma" Ji bo berxwedana Efrînê serî hildin " Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên herêma Cizîrê ji bo piştgiriya berxwedana gelê Efrînê li Cizîrê meşek li dar xistin. Bi tevlîbûna bi sedan jin û xortên ciwan meş pêk hat. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan , alên YPJ/YPG'ê û QSD'ê û Yekîtiya Ciwanan hat hilgirtin. Meşê ji Qada Osman Sebrî ya bajarê Qamişloyê dest pê kir û heta Qada şehîd Rûbar Qamişlo dewam kir.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Newrûz Elî axivî, Newrûzê di axaftina xwe de balkişand ser serkeftina berxwedana serdemê û got dê Efrînê bi ser keve.
 
Meş li Qada şehîd Rûbar Qamişlo bi dawî bû.