Siyasetmedarên jin ên girtî ji bo Efrînê name şandin

  • 16:06 5 Sibat 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarên girtî yên jin bi nameyeke ku ji girtîgehê derbarê Efrînê de şandin banga berpirsiyariyê li saziyên navneteweyî kirin.
 
Siyasetmedarên jin ên girtî derbarê êrîşên li ser Efrînê de ji Konseya Ewropayê, Parlamentoya Eweropayê, NY, AGÎT û sefîrên welatan re name şandin. Nameya ku îmzeya Aysel Tugluk, Burcu Çelîk Ozkan, Çaglar Demîrel, Edîbe Şahîn, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yidirim, Gultan Kişanak, Nurhayat Altun, Sebahat Tuncel û Selma Irmak li binê heye wiha ye:
 
“Em jinên parlamenter bi awayekê bêmaf û bêhiqûq hatin girtin û ji salekê zêdetire di girtîgehên Tirkiyeyê de tên girtin. Em hevşaredar û siyasetmedaran. Tirkiyeyê operasyonala leşkerî li dijî Efrînê daya dest pêkirin û derbarê vê yekê de gumanên me hene. Me xwast em banga xwe ya çareseriya demokratîk û aştiyane bigihînin we jî. 
 
Bi balafirên şer re çekên herî giran li dijî gelên Efrînê tên bi kar anîn.  Li Efrînê bi sed hezaran sivîlên ji ber êrîş û komkujiyên DAIŞ’ê reviyabûn, li wir dijîn. Efrînê karî xwe ji şerê wêrankirinê ya 7 salin li Sûriyeyê tê birêvebirin, biparêze. Ji bo gelên herêmê bû perestgeha ewlekariyê. Operasyona di 20’ê Çileya 2018’an de li dijî Efrînê hat destpêkirin, ne diyare ku dê çi demê biqede. Heya niha di vê operasyonê de bi sedan sivîl hatin kuştin, ji cih û warên xwe koçber bûn. Ev şer êşên herî mezin bi jin û zarokan dide jiyîn. 
 
Li Sûriye û Iraqê DAIŞ’ê bi sedan jin, zarok û mirov qetilkirin, revandin, tacîz û tecawîz kirin, di gorên komî de veşardin û di bazarên koleyan de firotin, mal û milkên wan talan kirin. Bi hişmendiya Netewa Demokratîk, dibin sîwana Federasyona Sûriyeya Demokratîk de Kurd, Erep, Tirkmen, Asurî, Suryanî, Êzidî, Ermenî û gelên cûda, bi awayekê wekhev, azad û aştiyana li hev kom bûn û jiyanek alternatîf avakirin. Îro jî xwedî li gelê Efrînê derketin erke sereke ya mirovahiyê ye.
 
Tirkiye bi operasyona li dar xistî, bêhiqûqî û dagirkeriyê dike. Polîtîkayên dewletan, yekîtiya gelan û aştiyê civakê esas digire. Yekitiya bihevre û parastina ewlekariya sînorên welat bi polîtîkayên leşkerî û şer nabe, encex bi polîtîkayên aştiyane pêkan be.
 
Di nameyê de bertekên li dijî êrîşên li ser Efrînê wiha hatin rêzkirin: 
 
* Divê demildest operasyona leşkerî ya li ser Efrînê bê rawestandin,
 
* Divê mafên jiyan û tenduristiyê yên gelên Efrînê bikeve bin ewlekariyê,  
 
*Divê bi lezgînê alîkariya xurek, tenduristî û hemû alîkariyên mirovahî ji bo herêmê bên şandin. 
 
Name bi van gotinan hat bidawîkirin:
 
Kurd dixwazin bibin parçeyekê aştî û demokrasiyê, ne şer û kaosê. Em xwest em van fikrên xwe yên di vê mijara hesas de, bi were jî parve bikin. Xwedî derketina li Efrînê em weke erkek wîcdanî û mirovahî dibînin. Em hêvîdarin ku hûnê bi hestiyariyek mezin nêzî şerê li ser Efrînê bibin û ji bo ev şer bi qedê hûnê bikevin nava tevgerê.”