'Em ê xwedî li berxwedana Efrînê derkevin'
- 15:38 5 Sibat 2018
- Rojane
KOBANÊ/QAMIŞLO - Jinên Qamişloyê û Kobanê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin:" Em ê xwedî li berxwedana Efrînê derkevin."
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bê navber didome û li tevî vê yekê bêdengiya dewletên navneteweyî jî berdewam dikin. Jinên Qamişloyê û Kobanê êrîşên li ser Efrînê û bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar kirin û anîn ziman ku ji bo parastina Efrînê çi erk têkeve ser milên wan ew ê bînin cih.
Jina Ciwan a bi navê Fatima Muhmet Elî ku ji Girêspî ye dest nîşan kir ku dê ew nehêlin tu caran tu kes derbasî ser axa wan bibe û desthilatdariya xwe jî li ser gel bimeşîne û wiha berdewam kir :"Em weke jinên ciwan çi erk bikeve ser milê me em ê bimeşînin heta ku dijminê me têk biçe. Em ê ji dil û can Efrîna xwe biparêzin."
'Ew nikarin bi tank û topên xwe kurdan tune bikin'
Dayika bi navê Edûl Silêman jî wiha axivî û wiha got:" Em ê wekî dayik li têkoşîna Efrînê xwedî derkevin. Çimkî em ji leheng û gelên xwe yên leheng bawer in. Bila vê yekê baş bizanibin ku ew nikarin bi tank û topên xwe kurdan tune bikin."
'Efrîn dilê me ye'
Di dawiyê de jî jina bi navê Hemê Elî ku ji Kobanê ye berteka xwe nîşanî êrişa li ser Efrînê da û got:" Efrîn dilê me ye. Em ê heta dawî li axa xwe xwedî derkevin. Kes nikare hêvî û azadiya me bidize."
Jinên Qamişloyê jî li berxwedana Efrînê xwedî derketin û anîn ziman dê dev ji axa xwe bernedin.
Seroka Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê Emîna Omer êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: "Gelê herêma Cizîrê bi bangewaziya Rêveberiya Xweser ji bo piştevaniya herêma Efrînê di nava çalakiyan de ye. Gelê herêma Efrînê berxwedaneke mezin li hemberî dewleta Tirk dike, lewma banga me ji giştî civaka navneteweyî re heye ku çima heya niha bêdeng in û bi erkê xwe ranabin, ew wek dewletên navneteweyî berpirsyarên kuştina sivîlên ku li herêma Efrînê tên qetilkirin e. Di van êrîşan de gelek kesên sivîl ku piraniya wan jin û zarok in tên qetilkirin, her wiha gelek cihên dîrokî û kevnar di encama êrîşên dewleta Tirk de hatin xirakirin. Divê li dijî vana dewletên navneteweyî bêdeng nemînin."
'Gelê Efrînê ne bi tenê ye'
Emînayê ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê bang li dewletên navneteweyî kir û wiha got: "Banga me ji dewletên navneteweyî re heye ku li hember êrîşên dewleta Tirk ên li dijî mafê mirovan, bisekinin. Tu mafê dewleta Tirk tuneye ku van êrîşan li ser gelê me yê herêma Efrînê bike û wan bikuje. Em ji gelê xwe yê Efrînê re jî dibêjin ku hûn ne bi tenê ne, gelê herêma Cizîrê jî hemû li pişta we ye."
'Em nahêlin axa Efrînê dagir bibe'
Berdevka Rêveberiya Dibistanan a bajarê Qamişlo Kobira Elî nêrînên xwe di derbarê êrîşên dewleta Tirk de wiha anîn ziman: "Em wek mamosteyên bajarê Qamişloyê van êrîşan ên ku dewleta Tirk li ser gelê herêma Efrînê pêk tîne şermezar dikin. Erdogan bi van êrîşan dixwaze gelê Kurd tune bike, lê peyam û nameya me ji Erdogan re ew e ku em ê bi ciwan, jin û kalên xwe piştevaniya gelê Efrînê bikin û canê xwe ji bo Efrînê feda bikin heya ku em azadiya Efrînê bi dest bixin û em tucaran nahêlin ku axa Efrînê dagir bike. "








