12 kesên berxwedana serdemê ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

  • 15:18 5 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê 12 kesên berxwedana serdemê bi merasîmeke girseyî oxir kirin.
 
Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê 12 şervanên berxwedna serdemê, şervanên QSD'ê (5), Erka xwe parastinê (7) bi merasîmekê li goristana şehîd Avêsta Xabûr hatin oxirkirin. Gel li pêşiya nexweşxaniya Efrînê kom bûn û li wir merasîm hat lidarxistin, bi tevlîbûna tevahî saziyên Rêveberiya Xweser, Saziya Malbatên Şehîdan û bi hezaran ji gelê herêmê merasîm hat lidarxistin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê saziya Malbatên Şehîdan Fewzî Seyîdo, bavê şehîd Ocelan Reşîd Qebran, Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mustefa Hesin axivîn.
 
Di axaftinan de hat diyarkirin ku  îradeya Gelê Kurd tu caran nayê şikandin. 
 
Di dawiyê de şêniyan cenazeyên 12 berxwedêrên azadiyê ber bi goristana şehîd Avêsta Xabûr ve oxir kirin.