Sîteya Platforma 1 Haber Var hat astengkirin

  • 13:25 5 Sibat 2018
  • Rojane
AMED - Sîteya înternetê ya Platforma 1 Haber Var www.1habervar.net, ji aliyê BTK'ê ve hat astengkirin.
 
Platforma 1 Haber Var a ku li ser webê weşana xwe dikir ji aliyê Saziya Ragihandinê û Teknolojiyên Zanyariyê (BTK) ve hat astengkirin. Sîteya ku cara duyem bi astenga ragihandinê rû bi rû ma bi "tedbîra îdarî" hat girtin. Platformê derbarê astengkirina JINNEWS û Ozgurlukçu Demokrasî de daxuyanî da û got ew ê debarê navnîşana nû de temaşevanan agahdar bikin.