‘Ev têkoşîn wê tu carî bi dawî nebe’
- 10:09 5 Sibat 2018
- Rojane
AMED - Reqsvan Umut Sevînc anî ziman ku mijara Hêkê di nava jiyaneke zor û zehmet de têkoşîna jiyanêya tê dayîn e.
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya li Stenbolê xebatên xwe didomîne di bin banê koma Reqsa Mezopotamyayê de koma reqsê ya bi navê 'Hêk' ava kir. Koma Hêkê ku xwebatên xwe 9 mehan berdewam kir û xwe amade kir piştre derket pêşberî temaşevanan. Koma ku dest bi turneyê kir cara yekê di navbera 2-3’yê Sibatê de li Amedê derket ser dikê. Ji van reqsvanên Hêkê yek jî Umut Sevgul e. Umut a ku di gelek projeyan de cih digire di 2009’an de dest bi reqsê kiriye ji me re behsa Koma Hêkê kir.
Umutê got reqs çandek e lê ji ber ku di civakê de wekî karekî ji rêzê tê dîtin malbat zêde napejirîn, teşvîk nakin û wiha got: “Malbat tim pirsa wê çawa bijî û çawa debara xwe bike ji xwe dipirsin. Dema ku min reqsê û hebûna wê naskir nafikirim ku êdî karêkî dinê bikim. Her wiha mirov nikare dev ji reqsê berde. Ji ber ku êdî reqs bu parçeyek jiyana min û em bûne yek.”
‘Di gelek projeyên din de jî cih digirim’
Umut di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ji xeynî projeya Hêkê di gelek projeyên dinê de jî cih digire û wiha pê de çû: “ "Beriya projejya Hêkê min di projeya ‘Kirk Kapi Kirk Makam(Çil Derî Çil Maqam) de lîst û em çûne Hambûrgê. Dema em çûne Hambûrgê me li wir hev nas kir û ji min re gotin ku em di projeya Hêkê de bi hev re bixebitin. Min jî qebûl kir. Yanî Navenda çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî ji van yek e. Min ji bo projeya Hêkê bi wan re dest bi xebatê kir. Her wiha ez di koregorafiya Korhan Başaran de jî dixebitîm û ew jî koregorafiyeke serbixwe ye. Projeyeke min a din jî şanoya fîzîkî ya ku li Polonyayê ye . Navê wê projeyê jî ‘Herbûyî’ ye.”
‘Bi stranekê û bêhnekê Hêk bi giyan dibe’
Umut di dirêjiya axaftina xwe de got ku koreografa vê lîstikê Îsmet Koroglu dike û mijara vê lîstikê agahiyên kesane yên jiyana wî ne û mijara reqsê wiha bi lêv kir: “Reqs di aliyê fîzîkî û fikrî de di sînorên ku nayên dîtin de hatiye hepskirin e. Têkoşîna çar kesan a fîzîkî û fikrî vedibêje. Me navê Hêkê ji zûgotinokekî Semsûrê giritiye. Hêk di hundirê xwe de de potansiyelekê hildigire û ji bo jiyaneke nû li dijî hemû zor û zehmetiyan têdikoşe ye. Hêka ku li dijî astengan û zehmetiyan dev ji aliyê xwe yê bihêz û hem jî aliyê xwe yê xeydok bernade. Ev zûgotin ziviriye li ser stranekî û Hêk ji lîstikekî zivirî têkoşînê. Di vê rêwîtiyê de têkoşîna ku tê dayîn bi stranekî û bi bêhnekî Hêk giyan dibe.”
‘Em bi awayekî ji bo xebatên xwe têdikoşin.’
Umut bi lêv kir ku amadekariya projeya Hêk nêzî 9 mehan domiyaye û dema amadekariya reqsê de gelek zehmetî kişandine û ev tiştan anî ziman: “Me gelek zehmetiyan kişand di nava 9 mehan de. Ji ber ku bi îlan kirina OHAL’ê û şaredariyan re qayim hate tayîn kirin hemû cihên me hatin girtin. Lewra jî cihê ku em bixebitiyan tunebû. Her wiha wek reqsvan di Tirkiyeyê de cih dîtin gelek zehmete. Lê belê em bi awayekî ji bo xebatên xwe têdikoşin.”
‘Ev têkoşîn wê tu carî bi dawî nebe’
Umut di dawiya axaftina xwe de got ku wê reqsa xwe berdewam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her çiqas em di warê peyda kirina cih d pirsgirêkan bijîn jî em ê tim xebatên xwe berdewam bikin û em ê di wan qadan de tim hebin. Ez bi hêvî me ku em ê rojek weka Hêkê bi giyan bibin. Em ê xwedî li bedena xwe û xwedî li azadiya zimanê xwe tim derkevin û em ê lêkolîn bikin. Ev têkoşîn wê tu carî bi dawî nebe.”








