Tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî girtî nayê tahliyekirin

  • 10:05 5 Sibat 2018
  • Rojane
AMED - Mehmet Emîn Ozkan ê di girtîgehê de çar caran krîza dil derbas kir, ji roviyan emeliyat bûye û nexweşê tansiyonê ye, tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ nayê tahliyekirin. Keça Mehmet, Selmayê ji bo tahliyekirina bavê xwe banga hestiyariyê li her kesî kir.
 
Mehmet Emîn Ozkan ê 80 salî ku cezayê muebeta giran lê hatiye birîn û ev 22 sal in di girtîgehê de ye, bi xetereya ku jiyana xwe ji dest bide re rû bi rû ye. Mehmet ku li girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye, heta niha gelek caran hatiye surgunkirin û 4 caran krîza dil derbas kiriye. Li gorî raporên nexweşxaneyê tê gotin ‘nikare di girtîgehê de bimîne’, lê heyeta tenduristiya girtîgehê dibêje ‘nexweşî tuneye’.
 
Selma Ozkan diyar kir ku bavê wê di 1996’an de hatiye girtin û gelek nexweşiyên wî hene û got: “Sê birayên min jî girtî ne. Ji bo em birayê min sewqî cem bavê min bikin, me serî lê da.  Lê bi hinceta cih tuneye nehat qebûlkirin.”
 
Selmayê bi lêv kir ku bavê wê bi saya hevalên koguşê li ser piyan disekine û bi şev jî li ser wî nobetê digirin. Selmayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hema hema her roj bavê min dibin nexweşxaneyê. Divê ev rewş demildest bi dawî be. Ez banga hestiyariyê li rayagiştî dikim. 36 sal ceza dane bavê min.  Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî pêkanînên li girtîgehê bêdeng nemînin.”