Ji midûrê dibistanê bo mamosteyên jin ferzkirina berdilkê

  • 09:40 5 Sibat 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Midûrê dibistana Îmam Hatîp a Anadolu ya Cizîrê M.T, bi hinceta ku xwendekarên kor tehrîk dibin, berdilk li mamosteyên jin ferz kir.
 
Derket holê ku  Midûrê dibistana Îmam Hatîp a Anadolu ya Cizîrê M.T, bi hinceta ku xwendekarên kor tehrîk dibin, berdilk li mamosteyên jin ferz kiriye. M.T yê ji meletiyê terfî midûriyeta dibistanê kir hat hînbûn ku çend meh berê xwendekarek astengdar derb kiriye. Tevî ku derbarê wî de gelek gilîkirin û lêpirsîn hene jî derbarê wî de tiştek nayê kirin û hîna jî peywira xwe didomîne.
 
Mamoste bi bertek in
 
Mamosteyên jin bertek nîşanî midûr M.T dan û  berdilkê sipî yê li wan hatiye ferzkirin red kirin û tevî îtîrazan hîna jî zext û ferzkirin didome.
 
Lêpirsîn hat destpêkirin
 
Xwendekarên dibistanê jî bertek nîşanî rewşa midûr dan û îdiakirin ku midûr tehdîdên weke ‘Ez ê we bişewitînim, perîşan bikim’ kiriye. Xwendekarên beriya betlanê hatibûn cem hev, bi hinceta ‘cil û bergên we ne di cih de ne’ ji aliyê M.T ve 3 kîlometre hatin meşandin û hat hînbûn ku xwendekarekî astengdar şîdet lê kiriye. Ji ber şîdeta li zarok dozgeriyê lêpirsîn lê vekir.